Efrîniyan gotin 'Em li vir in' û ber bi şehîdgehê ve meşiyan

Berxwedana serdemê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê dewam dike. Bi hezaran Efrînî ber bi Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr ve meşiyan.

Li gel bomberdûmana giran a bi balafirên şer jî gelê Efrînê bajarê xwe naterikîne û dibêje "Em der cih û warê me ye."

Li dijî nûçeyên derewîn ên çapemeniya Tirk ku dibêjin, "Sivîl bajêr diterikînin, destûr ji derketina sivîlan re nayê dayin" gelê Efrînê danê nîvro li ber Nexweşxaneya Avrînê li hev civiya.

Şêniyên Efrînê bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", Em heta mirinê bi te re ne Efrînê" ber bi Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr ve dest bi meşê kirin.

Bi hezaran kesên gihîştin goristanê yek bi yek serdana goran kirin û soza dilsoziya bi berxwedanê dan.

Jinan destmalên xwe yên kesk, sor û zer bi goran ve girê dan, dua kirin û sirûdên berxwedanê gotin.

Dema ku gel serdana goristanê dikir, balafirên artêşa Tirk a dagirker jî bombe li derdora Efrînê dibarandin. Gel jî bi tilîlî û dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bersiv da êrîşên balafirên dagirkeran.

Welatiyên ku serdana goristanê kirin, bi mesaja "Em li vir in, bi ti cihî ve naçin, ev der erdê me ye" li bajêr vegeriyan.