Efrînê hemû maske anîn xwarê

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemil Bayık destnîşan kir ku berxwedana Efrînê helwesta DYA, Rûsya, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî zelal kiriye; nîşan daye bê çawa durû ne û maseyên wan danîne xwarê.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemil Bayık, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, nêzîkatiya hêzên navneteweyî û berxwedana gel û şervanên Efrînê ji rojnameya Yeni Özgür Politikayê re nirxand.

Bayık diyar kir ku di dîroka cîhanê de şerekî di vê astê de ji aliyê hêzê ve newekhev neqewimiye û got, "Di destê Efrîniyan û hêzên wan ên parastinê de tank, top, balafirên şer, balafirên keşfê yên mîna yên dewleta Tirk nîne. Dewleta Tirk ku nifûsa xwe 100 qatî ji ya Efrînê zêdetir e, tevî artêşa xwe ya duyemîn artêşa mezin a NATO'yê ye bi her şêwe çekên xwe êrîşî bajarekî ku ne qasî nîvê Dîlokê ye dike. Li gel vê newekheviya hêzê jî YPG/YPJ'ê bi lehengî li ber xwe dan. Sivîl jî hatin kuştin, zarok jî hatin kuştin, jin jî hatin kuştin; gund û bajar jî hatin xerakirin û şewitandin. Tevî ku bi sedan jin, zarok sivîl kuştin, encama dixwestin bi dest nexistin."

GELÊ EFRÎNÊ BI HÊZA XWE, BI EWLADÊN XWE BI RENGEKÎ DÎROKÎ LI BER XWE DIDE

Cemil Bayık got, gelê Efrînê bi hêza xwe li ber xwe dide û wiha dewam kir: "Ji hêzeke derve ne ji aliyê leşkerî ne jî siyasî destekê nagire. Bi her awayî bi hêza xweparastinê ya ji ewladên wan pêk tê bi rengekî dîrokî li ber xwe dide. Duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê ku fort dikir û digot 'ez ê di nava sê rojan de bikevim nava bajêr, di nava hefteyekê biqedînim' bû du meh û hê encama dixwaze bi dest nexistiye. Ev yek ji bo wan tê wateya têkçûneke mezin.

JI BO CIVAKA TIRKIYEYÊ LI BER RANEBE, BI FERMANDARIYA GIŞTÎ RE LI HEV KIRINE Û LEŞKERÊN XWE YÊN DIMIRIN EŞKERE NAKIN

Weke ku di navbera du dewletan de şer diqewime Tayyip Erdoğan her roj fortan dike; hemû saziyên çapemeniyê jî mîna ku şerekî cîhanî radigihînin, şovenîzmê geş dikin. Ev bi xwe nîşan dide bê çiqasî bêçare ne, çiqasî têk çûne. Bêguman bi hêza xwe ya teknîkê, bi êrîşên giran bi pêş ve çûne. Tevî ku nêzî bajarê Efrînê bûne jî, berxwedan li cihê ku artêşa Tirk dibêje 'ez lê serdest im' dewam dike. Erdoğan eşkere nake bê çiqas kuştiyên wan heye. Hejmara leşkerên mirine vedişêre. Yên çeteyan ji xwe çiqas ji wan bimirin ne xema wan e. Li Efrînê şerekî germ heye, lê ji wê jî wêdetir şerekî psîkolojîk heye. Ji bo civaka Tirk li ber ranebe, ji bo serî hilnede bi Fermandariya Giştî re li hev kirine. Miriyên xwe eşkere nakin."

BERXWEDANA EFRÎNÊ TECRÛBEYEKE MEZIN DAYE KURDAN; WÊ JI BO SERKETINA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BIBE HÎMEKÎ GIRÎNG

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayık işaret bi helwesta cîhanê, ya gelan û Kurdan a li pêşberî vê berxwedanê kir û wiha pê de çû: "Ev yek hêjayî nirxandinê ye. Bêguman Kurd li ber dagirkeriyê radibin. Di serî de Ewropa li her derê rabûne ser piyan. Li Başûrê Kurdistanê gelê me li dijî êrîşên dagirkirina Efrînê rabûye ser piyan. Gelê li Rojava ji xwe li ser piyan e. Gelê me yê li Bakur, tevî ku ji ber zexteke giran helwesteke têrker nikare nîşan bide jî, li dijî desthilatdariya AKP'ê gelekî bi hêrs e. Lê ji aliyê Kurdan ve hê jî bi giştî qelsiyek heye."

Li ser vê qelsiyê jî Bayık got, "Bi taybetî li Başûr, Rojhilat, Bakur di helwesta meylên siyasî yên cuda de hê jî di mijara êrîşên li ser Efrînê kêmaniyek heye. Bêguman piraniya hêzên siyasî yên Kurdan dibêjin ku ew li dijî dagirkeriyê ne. PDK jî dibêje, YNK jî, Goran jî, Tevgera Îslamî jî dibêje. Lê belê ev têrê nake. Girîng e ev gotin veguhere helwesteke gelekî vekirî. Pêwîste hemû hêzên siyasî bibînin ku dewleta Tirk ne tenê li dijî Efrînê lê li dijî hemû Kurdan e û di şexsê êrîşên dijî Efrînê de helwesteke hê zelal li dijî dewleta Tirk nîşan bidin."

Bayık destnîşan kir ku Kurdan di pêvajoya berxwedana Efrînê de gelek tecrûbe bi dest xistine û li ser bingeha rastiya berxwedana Efrînê gelekî baş dîtine bê çawa dikarin bi ser bikevin. Bayik diyar kir, ev yek wê di dema bê de bibe hîmekî girîng ji bo serketina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd."

BERXWEDANA EFRÎNÊ MASKEYA LI RÛYÊ HEMÛ HÊZÊN SIYASÎ YÊN LI CÎHANÊ DANÎ XWARÊ

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemil Bayık di dewama axaftina xwe de bal kişand ser helwesta hêzên siyasî û wiha dewam kir: "Berxwedana Efrînê helwesta hemû hêzên siyasî yên li cîhanê zelal kir. Helwesta Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Rûsya, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî zelal kir. Ev hêzên ku car carna qala azadî û demokrasiyê dikin, bi berxwedana Efrînê re derkete holê bê çiqasî demagojîk in, çiqasî durû ne. Lewma berxwedana Efrînê maskeya li rûyê wan aniye xwarê. Eşkerekirina vê rastiyê, zemîna têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê xurtir kiriye. Gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, bi hişmendiya ji rastiyên ku berxwedana Efrînê derxistiye holê wê têkoşîna azadî û demokrasiyê geştir bikin."

HELWESTA GELÊ EFRÎNÊ NÎŞANEYA DILSOZIYA BI AXA XWE RE YE

Li ser biryardarî û dilsoziya gelê Efrînê ya bi welatê xwe re Bayık ev nirxandin kir: "Tevî hemû êrîşan jî gelê Efrînê dest ji axa xwe berneda. Şêniyên ku neçar man ji Raco, Cindirêsê, Mabeta, Şêra, Bilbilê û herêmên din derkevin li Efrînê li hev civiyan. Ya rast, ev yek nîşaneya dilsoziya xurt a gelê Efrînê bi axa xwe re ye. Efrîn bi rastî jî cihekî mîna bihuştê ye. Gelê Efrînê bi hezaran salan e li ser vê axê dijî. Gelê Efrînê Rêber Apo nas kiriye. Efrînî ne tenê li Efrînê ne, li Helebê jî nifûseke girîng a Efrînê heye. Li Şamê, li Lubnanê hene. Hema bêjin ji her maleke Efrînê ciwan tevlî nava têkoşîna azadiyê bûne. Ji aliyê tevlîbûna nava refên gerîla ve, rêjeya jinên li Efrînê timî zêde ye. Lewma Efrîn ne tenê ji bo Rojava, her wiha ji bo tevahiya Kurdistanê xwedî karakterekî girîng e. Li Efrînê hişmendiya azadiyê, demokrasiyê û civaka demokratîk xurt e. Li Efrînê civakeke demokratîk heye ku bi ruhê azadiya jinê afiriye. Ev yek jî dike ku gelê Efrînê bi ewladên xwe li dijî hemû êrîşan li ber xwe bide.

Bêguman gelê Efrînê jî ji ber êrîşên giran, bomberdûmana giran di nava zor û zehmetiyan de ye. Ji ber ku dewleta Tirk bi hovîtiyeke ku qet nehatiye dîtin êrîş dike. Eger ev êrîş ne li Efrînê bûya lê li cihekî din bûya, mirovekî bi tenê jî li wê derê nedima. Ji xwe armanca dewleta Tirk ji van êrîşan ew e ku Efrînê bê Kurd bihêle. Li ser vê bingehê qirkirinê dike. Gelê Efrînê vê armanca dewleta Tirk dibîne, lewma bi dil û can li Efrînê dimîne."

BARÊ BERXWEDANÊ DIVÊ TENÊ LI SER MILÊ GELÊ EFRÎNÊ NEYÊ HIŞTIN

Cemil Bayık got, wê neheqî û bê wijdanî be ku barê berxwedanê tenê li ser milê gelê Efrînê bê hiştin û wiha dewam kir: "Gelekî girîng e ku Kurd hemû bikevin bin barê berxwedana gelê Efrînê û vî barî bi hev re rakin. Nabe ku em berxwedanê tenê ji gelê Efrînê re, ji YPG û YPJ ên li Efrînê re bihêlin. Rast nîne ku ev berxwedan tenê li ser milê wan bê hiştin. Bi taybetî dema ku mirov newekheviya hêza şer dike tînin bîra xwe, eşkere dibe ku divê Kurd hemû, hêzên demokrasiyê û gelên cîhanê piştgiriyeke xurt bidin berxwedana Efrînê."

RÛSYA DIXWAZE BI ÇOYÊ TIRKAN, KURDAN TERBIYE BIKE

Ji bo pirsa "Rûsyayê çima destûra vê êrîşê da?" Bayık ev bersiv da: "Beriya her tiştî divê ev yek were gotin; ti aliyekî exlaqî yê polîtîkaya Rûsyayê nîne. Bi helwesta xwe ya li Efrînê re nîşan da ku gelekî pragmatîk tevdigere. Halbûkî nuqteyên pêwendiyê, yekîne û hêzên Rûsyayê li Efrînê hebûn. Efrîniyan dixwestin bi Rûsan re hevkariyê bikin. Rûsan jî nêzîkatiyeke welê nîşan didan ku mîna dixwazin hevkariyê bi gelê Efrînê re bike û piştgiriya wan dike tevdigeriyan. Lê belê bi destpêkirina dagirkirna Efrînê re nîşan dan ku di vê mijarê de xwedî nêzîkatiyeke hevgirtî nîne, xwedî nêzîkatiyeke berjewendîparêz e ku nayê qebûlkirin. Rûsan xwestin di ser pişta Kurdan re gelek berjewendiyan bi dest bixin. Bi taybetî, ji ber ku bi qelsiya dewleta Tirk a li ser mijara Kurdan zane, di ser Kurdan re li ser bingeha bazareke qirêj ji xwe re berjewendiyên siyasî û aborî bi dest dixin. Ev nêzîkatî bi rastî jî ne ya qebûlkirinê ye. Her wiha li gelê Rûsyayê jî heqareteke mezin e. Rûsya dixwaze bi çoyê Tirkan Kurdan terbiye bike. Rûsyayê ji ber vê yekê destûr da."

RÛSYA JI BO HÊ BÊHTIR TIRKIYEYÊ BI XWE VE GIRÊ BIDE Û JÊ BIXWE, RÊ LI BER ÊRÎŞAN VEKIR

Li ser mijara şandina hêzên rejîmê ji bo Efrînê jî Bayık got, "Weke ku tê zanîn gelê Efrînê, rêveberiya demokratîk a li wê derê dixwest bi rejîmê re li hev bike. Gelê Efrînê dixwest bi feraseta rêveberiyeke ne navendî li ser bingeha naskirina xwerêveberiya gelê Efrînê ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve li hev bike. Qebûl dikir ku leşkerên Sûriyeyê bên Efrînê. Rejîma heyî ji ber ku dixwest bi feraseta rêveberiya navendî ya otorîter gelan bi temamî teslîm bigire, tiştên ku gel û şervanên Efrînê nikaribin qebûl bikin li ser wan ferz kir. Naxwe gelê Efrînê nêzîkatiyeke maqûl nîşan da û hewl da li hev bike. Rûsyayê bi xwe jî di vî warî de pêşniyar kir û rêveberiya Efrînê jî qebûl kir. Rûsya piştre xwedî li pêşniyarên xwe derneket. Yê ku destpêkê pêşniyar kir ku Efrîn bi rejîmê re li hev bike, Rûsya ye. Efrîniyan ev yek qebûl kirin, lê belê piştre ji ber têkiliyên Rûsyayê bi Tirkiyeyê re, ji ber lihevkirineke wan a neyekser, pêşî li avêtina gaveke wiha hate girtin. Xuya ye Rûsyayê ev têkilî, ev pêşniyar, ev hewldan ji bo Tirkiyeyê hê bêhtir bi xwe ve girê bide, ji bo hê bêhtir ji aliyê aborî û siyasî ve jê bixwe bi kar aniye. Rastiya ku derketiye holê ev e. Rûsyayê bi van polîtîkayên xwe re têkiliya bi Kurdan re biriye. Ketina vê rewşê ya Efrînê bû sedem ku têkiliya Kurdan ne tenê bi Rûsyayê re her wiha bi rejîmê re jî qut bibe. Zemînê lihevkirina bi rejîmê re gelekî zehmet kiriye. Halbûkî eger xwedî li Efrînê bihata derketin, eger li Efrînê çareseriyek bihata kirin ev yek wê tenê li Efrînê nemabûya. Dikarîbû ji bo Rojava û Bakurê Sûriyeyê zemînê lihevkirinê derxistibûya holê."

DYA DAGIRKERÎ JI NEDÎTÎ VE HAT

Li ser nêzîkatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî Bayık got, "DYA jî dagirkerî ji nedîtî ve hat. Mirov dikare bêje mîna Rûsyayê dixwaze bi çoyê Tirkan Kurdan terbiye bike. Li wê yekê fikirî ku ev polîtîkaya Rûsyayê, vekirina qada hewayî li dewleta Tirk wê bike ku Kurd hê bêhtir nêzî DYA bibin. Herî zêde DYA ji vê gava Rûsyayê kêfxweş bû. Rastiya Kurd û nêzîkatiyên polîtîk ên ne exlaqî yên li Rojhilata Navîn, Rûsya û DYA di mijara dagirkirina Efrînê de gihandin hev."

NÊZÎKATIYA EWROPAYÊ BERJEWENDÎPARÊZ, OPORTUNÎST Û BÊ PÎVAN E

Bayik ji bo nêzîkatiya Ewropayê jî got, "Nêzîkatiya Ewropayê jî bi rastî jî berjewendîparêz û oportunîstî ye. Bê pîvan e. Bi berxwedana Efrînê re ev yek hatiye dîtin, ku Ewropa yekîtiyeke welê nîne ku bi nirxên demokrasî û azadiyê dilsoz e. Cîhana rojava qaşo li dijî DAÎŞ'ê û El Nûsrayê koalîsyona navneteweyî ava kir. Yên ku herî zêde li dijî DAÎŞ'ê û El Nûsrayê têkoşiyan Kurdên li Rojava bûn, Efrînî bûn. Dewleta Tirk jî bû alîkar ji DAÎŞ'ê û El Nûsra re. Dewleta Tirk a ku DAÎŞ'ê xwedî dike êrîşî Efrînê kir û Ewropayê jî ji nedîtî ve hat. Bi vî rengî xelat ji dewleta Tirk re hatiye dayin."

BI ÇOYÊ TIRKAN NE KURD DIKARIN TESLÎM BÊN GIRTIN, NE JÎ TÊKILIYEKE RAST BÊ DANÎN

Derbarê bêdengiya rejîma Sûriyeyê de Cemil Bayık got, "Rêveberiya Şamê dibêje 'ez rêveberiya meşrû ya Sûriyeyê me'. Lê belê êrîş li dijî Efrînê tê kirin, lê bêdeng e. Sîstema xwe ya parastina hewayî heye, lê bi kar nîne. Leşkerên xwe naşîne. Tevî ku ji aliyê dewleteke din ve êrîşeke dagirkeriyê hatiye kirin, dengê xwe dernaxîne. Gelo di rewşeke wiha de Şam wê çawa karibe bêje 'ez rêveberiya meşrû ya Sûriyeyê me' û bi Kurdan re wê çawa li hev bike? Divê li vê yekê bifikire. Bi bikaranîna çoyê Tirkan re ne dikare Kurdan teslîm bigire ne jî dikare têkiliyeke rast bi Kurdan re deyne. Ev yek wê birînên mezin veke. Ev yek birînên mezin e di navbera aktorên siyasî yên li Sûriyeyê û Kurdan e, ku dermankirina wê nepêkan be. Ev nayên jibîrkirin."

Ji bo pirsa "Tê dîtin ku welatên NATO'yê destekê nadin dagirkeriyê, lê belê ji bo YPG'ê ji rojavayê Firatê derxîne di nava lêgerînê de ne. Gelo ev yek planeke rasteqîn e, ev hesab dikare bi cih were?" Bayik ev bersiv da:

HEWLDANÊN GEL Û ŞOREŞGERÊN LI ROJAVA JI BO YEKÎTIYA SÛRIYEYÊ NE

"Eger planeke NATO'yê ya ku Efrînê radestî çete û dagirkerên dewleta Tirk bike hebe, ev yek tê wateya amadekirina bingeha parçebûna Sûriyeyê. Daxwaza derxistina YPG'ê ji rojavayê Firatê -eger planeke wiha hebe- encama feraseta parçekirina Sûriyeyê ye. Tiştekî bi vî rengî dibe ku ne rast be.

Ti kes nikare bêje ku şoreşger û gelê li Rojava ji bilî yekîtiya Sûriyeyê gaveke din avêtine. Ji ber ku alîgirê yekîtiya Sûriyeyê ne qala Federasyona Bakurê Sûriyeyê dikin, qadala avakirina rêveberiyeke hevpar a bi Ereb û Suryaniyan re dikin. Feraseteke Kurdan a bi rengê 'bila ev ax ji me re be' nîne. Tenê dixwazin li cihê lê ne xwe bi rê ve bibin. Ji bilî vê yekê, cihên ku Ereb lê ne ji aliyê Kurdan ve nayên birêvebirin. Feraseteke Kurdan a bi vî rengî nîne. Wekî din, Kurd ji bo dewlemendiyên hemû gelên Sûriyeyê nabêjin, 'tenê yê me ye'. Ji bo çavkaniyên petrol û gazê yên li Dêrikê, li Rimêlanê, li Dêra Zorê nabêjin ku 'tenê yê Kurdan e'.

Kurd ji ber ku yekîtiya Sûriyeyê dixwazin têkiliyeke welê xurt bi Ereban, bi Suryaniyan re datînin û xwe tenê li Rojava sînordar nakin. Ji ber vê yekê bê Kurd hiştina Efrînê, derxistina YPG'ê ji rojavayê Firatê nabe ku weke nêzîkatiyeke di çarçoveya yekîtiya Sûriyeyê de bê dîtin. Eger rejîma Sûriyeyê û Rûsya Kurdan bi zorê ber bi qutbûnê ve dehf nedin, Kurd yekîtiyê dixwazin. Kurd teqez naxwazin dûr bikevin. Lê tevî vê yekê eger di nêzîkatiya berê de israr bikin, bêjin 'wê Sûriyeyeke navendî be, bi temamî mîna berê serdest be', hingî ev yek projeya parçekirina Sûriyeyê ye. Parçekirina Sûriyeyê tenê bi projeyên NATO ya jî hêzên din nabe. Polîtîkayên Rûsyayê û rejîmê, bi rengekî berevajî dikare yekîtiya Sûriyeyê têk bibin. Eger ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê gav were avêtin wê Kurd bi rejîmê re li hev bike, li ser bingeha demokratîk wê bibin bingeha yekîtiya Sûriyeyê. Bi dîtina me, polîtîkaya Kurdan a li Sûriyeyê wiha ye."