Edîtora JINHA'yê Dogan nameyek ji festîvala Doûarnenezê re şand

Ji edîtorên yekemîn ajansa nûçeyan a jinê ya cîhanê JINHA Zehra Dogan wê tevlî festîvalek li Fransayê bibûya, lê belê ji ber ku girtî ye, bi rêya nameyê tevlî bû.

Festîvala îsal a li bajarê Doûarnenez ê li herêma Bretagne ya Fransayê, diyarî gelên Tirkiyeyê hat kirin. Ji bo festîvala ku di 19'ê Tebaxê de destpê kir û wê heta 27'ê Tebaxê dewam bike, edîtora JINHA'yê Zehra Dogan jî hat vexwendin.

Dogan, ku di meha Tîrmehê de li Mêrdînê hat binçavkirin û piştre hat girtin, ji girtîgehê nameyek bi zimanê Îngilîzî ji festîvalê re şand.

Dogan di nameya xwe de got, "Ji roja ketime girtîgehê û vir ve wêneyan xêz dikim û ev yek min ji nava çar dîwaran derdixîne." Dogan diyar kir ku dema wêneyan çêdike, ew ji bîr dike ku li girtîgehê ye û got, "Bi saya vê yekê ez dikevim nava wêneyan. Û dema wêne diqede, hingî pê dihesim ku li girtîgehê me."

Zehra Dogan di nameya xwe de ragihand, ku piştî li Nisêbînê hat binçavkirin, di destpêkê de wêneyên ku wê xêz kiribû weke delîlê 'endametiya PKK'ê hatin nîşandan. Dogan destnîşan kir ku ev yek dişibe diyaloga navbera leşkerekî Nazî û Pîcasso a li ser tabloya Gûernîca. Dogan bibîr xist, ku ji bo pirsa 'we ev wêne çêkir' a leşkerê Nazî, Pîcasso ev bersiv daye: 'Ya we çêkirine'.

Hin ji beşên nameya Zehra Dogan ji aliyê komîteya festîvalê ve hat weşandin.