DYA: Em ê li Sûriyeyê bimînin

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Heather Naûert got, "Em ê tevî hevalbendên xwe, karê xwe yê ji bo aramiya li Sûriyeyê bidomînin."

Li ser daxuyaniya Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a ji bo vekişandina leşkerên Rûs ji Sûriyeyê, berdevk Naûert got, "Eger Rûsyayê vekişe, ev tercîha wan e. Lê em ê tevî hevalbendên xwe karê xwe yê ji bo aramiya li Sûriyeyê bidomînin."

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA Heather Naûert, di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiv da pirsên li ser rewşa li Sûriyeyê.

Naûert der barê daxuyaniya Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de ku got wê leşkerên Rûs ji Sûriyeyê vekişin, ev bersiv da:

"Balkêş e; Rûsya dikare bifikire ku wezîfeya wan a li Sûriyeyê qediya ye. Karê me yê li Sûiryeyê neqediya ye. Dema dibêjim 'Em' mebesta min DYA û hemû hêzên koalîsyonê ye. Hîn hin cih hene ku di destê DAÎŞ'ê de ne. Li vî welatî pêwîstî bi pêkhatina aramiyê heye. Eger Rûsya wê vekişe, ev tercîha wan e. Lê em ê tevî hevalbendên xwe karê xwe yê ji bo aramiya li vî welatî bidomînin."

Naûert da xuyakirin ku DYA pêvajoya Cenevreyê ya li ser Sûriyeyê dişopîne û got, "Em ne bawerin ku cihê Esad di paşeroja Sûriyeyê de hebe. Ev yek biryareke ku wê ji aliyê gelê Sûriyeyê ve bê dayin."