Duran Kalkan: Şoreşa Bakur dest pê dike

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan diyar kir, yên ji bo dagirkirina Efrînê kêfxweş in wê Enqereyê ji dest bidin. Kalkan got, wê şoreşa Bakur dest pê bike.

Endamê Komîteya Rêvebir ê PKK’ê Duran Kalkan bû mêvanê bernameya ‘Ülkeden’ a kanala Medya Haberê. Kalkan pirsên rojnamger Derviş Eren bersivand û bal kişand ser vî tiştî ku divê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li her derê berxwedan were kirin.

Duran Kalkan berxwedana du mehan a li Efrînê di serî de, mijarên sereke yên rojevê nirxand û têkildarî Newrozê hin nirxandin kir. Hin beşên axaftina Duran Kalkan wisa ye;

GIYANÊ EFRÎNÊ GIYANÊ NEWROZÊ YE

Bi wesîleya sala nû ya Newrozê, Duran Kalkan Cejna Newrozê ya gelê Kurd pîroz kir û got “Newroz di dîrokî de cejna azadiyê ya herî kevn e. Em Newrozeke nû dijîn. Jiyan zindî dibe, xweza hêşîn dibe û civak dikeve nav tevgeran. Gelê me û dostên me jî dadikevin qadan. Li Efrînê destanên qehremaniyê tên nivîsandin. Rêber Apo digot ‘Newroz bi PKK’ê re xweş e’. Ev Newroz 2630’an e, bi berxwedana Efrînê xweştir e. Hemû kesên ku di xew de hişyar dike, ji kesên qels re dibe hêz, ji bo bindestan rêya azadiyê nîşan dide. Di nava wê de qehremaniyeke wisa mezin heye.”

Kalkan bal kişand ser vî tiştî ku berxwedana Efrînê qehremanî daye afirandin û got, “Gelê Kurd bû gelekî Newrozî. Giyanê berxwedana Efrînî jî giyanê Newrozê ye.”

KAWAYÊN HEMDEM DESTANAN DINIVÎSIN

Kalkan got ku “Newroz di tarîtiya zindana Amedê de qehremaniya Mazlûm îfade dike” û diyar kir ku heman giyanê berxwedanê bi Çiyageran didome û îro li Efrînê dijî.

Duran Kalkan bal kişand ser vî tiştî ku dîroka 2630 sal berê dîsa tê jiyîn û got, “Dehaqê roja me, Tayyipê zalim her roj bi vexwarina xwîna ciwanan dijî û dixwaze dîktatoriya xwe ya faşîst bidomîne.”

Kalkan axaftina xwe wisa domand: “Kurd bi awayekî xurt Medan temsîl dikin. Ji dêvila Kawayê Hesinkar îro rastiya Rêber Apo û mîlîtanên wî heye.Hemû mirovayetî û bindestan ronî dikin. Ji dêvila Asûrê jî dîktatoriyeke faşîst heye ya ku ji feraset û siyaseta İttihat Terakkiyê tê. Li ser vê dîktatoriyê jî Tayyip Erdogan û Devlet Bahçeli hene. Herdu jî wekî Dehaq in.”

LI EFRÎNÊ DU ENÎ HEYE

Kalkan qonaxa berxwedana Efrînê ya ji 20’ê Çileyê û vir ve û ‘Berxwedana Serdemê’ nirxand û got, “Faşîzma AKP-MHP’ê tenê bi hêza xwe êrîş nake. Li pişt wê NATO, Amerîka, Ewrûpa, Rûsya û Îran heye. Mixabin di nav wan de rêveberiya Esad jî heye yê ku ji xwe re dibêje ez jî dewlet im. Li vê derê têkiliyên qirêj ên navdewletî hene.

Kalkan  diyar kir ku berxwedana du mehan du enî ava kiriye û got, “Li Efrînê du enî heye. Yek a faşîst, mêtinger. Yek jî ya azadîxwaz, demokratîk û welatparêz. Berxwedana Efrînê bi vî awayî du enî ava kiriye.”

HESABÊN BERJEWENDIYÊ

Kalkan di axaftina xwe de bangî wijdanê mirovayetiyê kir û diyar kir ku divê li hemberî qetlîamên li Efrînê tu kes bêdeng nemîne.

Duran Kalkan bal bir ser vî tiştî ku çavgirtina ji qetlîama dewleta Tirk a li Efrînê tê wateya hevkariya qetlîamê û got, “Di van qetlîaman de hevkariya sûc heye. Cihanê bi vî awayî xwe daye dest. Berxwedana Efrînê berxwedana li hemberî vî tiştî ye.”

Kalkan axaftina xwe wisa domand: “Pergalên dewlet û desthilatdariyê pergalên berjewendiyê ne. Ji bo berjewendiya xwe dikarin her tiştî bikin. Bazirganiyek heye û jê pê ve tiştekî din tune. Rastiya Efrînê ev tişt derxist holê. Kesên ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê dengê xwe nekirine, êdî nikarin qala azadî û demokrasiyê bikin. Kî tiştekî berevajî vî tiştî bibêje, derewan dike.”

PERGALA NY HILWEŞIYAYE

Kalkan bi gotinên “Sekreterê NY dibêje bila gelê Efrînê, Efrînê vala bike. Sekreterê NY ji dêvila ku ji zaliman re bibêje ‘Bisekine, lênede’ji mazlûman re dibêje ‘tu ji mala xwe derkevî’. Ev tişt nayê qebûlkirin.” NY rexne kir. Kalkan bi bîr xist ku NY li gorî agirbestê tevnagere û got, “Pergala ku bi şerê cîhanê yê yekemîn re derketiye holê, tevî NY, demokrasiya Ewrûpayê û pergala dewletan hilweşiyaye. Tu eleqeya vî tiştî bi mirovayetî, demokrasî û mafên mirovan tune. Li vê derê yê xurt zilmê li yê mazlûm dike.”

Duran Kalkan got ku, “Ji gelê Efrînê re tê xwestin ku teslîm bibin lê ew ê gelê Efrînê teslîm nebe û li hemberî hemû qetlîaman bi rûmeta xwe ew ê bi qehremanî li ber xwe bide. Ev berxwedan jî ew ê serfiraziyê bi xwe re bîne.”

QETLÎAMEKE PIRALÎ HEYE

Kalkan diyar kir ku dewleta Tirk êrîşên li ser Efrînê zêde kiriye û qetlîam li ser sivîlan tê kirin û got, “Niha jî li Efrînê sivîl tên qetilkirin. Bi qasî vî tiştî êrîşên li ser hêzên YPG’ê jî qetlîam e. Bi tank, top û balefiran li YPG û YPJ’ê dixin. Vê hêzê li hemberî faşîzma DAÎŞ’ê ev ax parast. Şervanên YPG’ê zarokên wê axê ne. Êrîşên li ser şervan û sivîlan her du jî ne meşrû ne.”

BERXWEDANA JI DIL

Duran Kalkan diyar kir ku du meh ji ser berxwedana Efrînê derbas bûye û plana dagirkeriyê gelek caran hatiye pûçkirin û got, “Du meh ji ser şer derbas bû. Aliyek 60 sal in, ji NATO’yê piştgiriyê werdigire, ji her derê piştgiriyê werdigire. Aliyê din jî bi hesta jiyana azad, ji ber girêdana xwe ya bax û baxçe û gundê xwe, li ber xwe dide û axa xwe terk nake. Aliyekî şer wisa bi hovane êrîş dike, aliyên din jî berxwedaneke ji dil dike. Qala newekheviya hêzan tê kirin. Di şerê Efrînê de mirov nikare qala vî tiştî jî bike, mirov nikare bide ber hev jî. Ev rewş wekî berxwedana zindanê ye, çawa ku li zindanan mirov bi dilê xwe li ber xwe dide, gelê Efrînê jî bi bawerî û azweriya jiyana azad li ber xwe dide û berdêlê dide.”

LI EFRÎNÊ ŞERÊ GERÎLA

Kalkan diyar kir ku li Efrînê ‘Berxwedana Serdemê’ derbasî qonaxa duyemîn bûye û got, “Di rewşa heyî de ketine navçe û Efrînê. Gund hatine hilweşandin. Lê li her derê gerîla hene. Hemû enî şer dikin.”

Duran Kalkan bi vî awayî qala karakterê qonaxa duyemîn kir, “Artêşa Tirk a dagirker ji Bilbilê, Cindirêsê û Racoyê ket hundir. Li heman qadê şervanên azadiyê jî hene. Ev rewş qonaxeke duyemîn e. Di vê pêvajoyê de êdî wê şerê gerîla were kirin.”

GUHERANDINA DEMOGRAFYAYÊ

Kalkan nerazîbûn nîşanî planên bicihkirina çeteyan da ya ku tê xwestin ev çete li cihên hatine dagirkirin werin bicihkirin û got, “Kesên ku li wê derê bi cih dibin, ew leşker in. Wekî hêzên taybet ên Tirkan in, gelê Kurd tu carî wan efû nake. Kurd bihustek axa xwe nade tu kesî û ew ê heta dawiyê li ber xwe bide, çi kesên ku li wê derê bin, ew ê dagirker bin. Ew ê gelê Kurd hesabê van qetlîaman bistîne.”

Kalkan diyar kir ku gelê Efrînê berxwedaneke bi rûmet nîşan da û got, “Bêyî şer kes nikare ji destê Kurdan qirşikekî jî bistîne.”

ŞOREŞA BAKUR TÊ

Duran Kalkan diyar kir ku bi Newrozê re ew ê li Bakurê Kurdistanê pêngaveke nû ya şoreşê bilind bibe û got, “Divê Tayyip Erdogan û Devlet Bahçeli bizanibin ku şoreşa Bakur tê. Çawa ku di serê salên 1990’î de şoreş çêbû, li bakur jî şoreşeke nû tê. Dema ku wan digotin ‘Em ê Efrînê bistînin’ ew ê ‘Enqereyê winda bikin’. Di sala 2018’an de ew ê faşîzm li Enqereyê têk biçe. Wê li Bakur berxwedaneke mezin pêk were. Tu hincet li hemberî serîhildan û têkoşînê ew ê nebe asteng.”

Kalkan diyar kir ku agirê Newrozê yê li Efrînê ew ê li hemû Kurdistanê belav bibe û got, “Berxwedana Efrînê agirê Newrozê vêxist û di zivistanê de berxwedan hilgirt. Wekî ronahiyeke nû ya Newrozê Kurdistan, Rojhilata Navîn û mirovayetî ronî kir. Niha jî ev ronahî wê Bakur û Başûr ronî bike. Di sala 2018’an de ew ê Rojhilata Navîn bide ber xwe û 2018’an bike saleke li gorî giyanê serfiraziyê.”

LI BRADOSTÊ HEWLDANA DAGIRKIRINÊ

Kalkan têkildarî pirsên hewldanên dagirkeriyê  yên ku dewleta Tirk çend roj berê ji herêma Xakurkê xwest derbasî Qadên Parastinê yên Medyayê bibe jî got ku, “Armanca êrîşa li ser qada Bradostê ev ku, ji Qilebanê heta sînorê Şemzînanê herêmeke tampon ava bikin. Partî û rêveberên Başûrê Kurdistanê dengê xwe ji vê dagirkeriyê dernexistin. Dewleta Tirk sînoran derbas dike û dagir dike. Tenê gerîla li hemberî vî tiştî li ber xwe dide. Hêzên HPG û YJA-Starê ji bo vî tiştî şehîd dan”.

Kalkan banga bihistyariyê li rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir. Kalkan bal kişand ser vî tiştî ku bi van êrîşên dagirkeriyê re tê xwestin pêngava gerîla were astengkirinû got, “Gerîla ew ê pêngavê bike. Newroz hat. Êdî roja şervanên azadiyê û gerîlayan hat.”

Kalkan diyar kir ku dewleta Tirk heke firsendê bibîne ew ê Kerkuk û Şengal di serî de hemû Başûrê Kurdistanê bike hedef û bang li her kesî kir ku bila amade bin.

GERÎLA JI BO EFRÎNÊ EW Ê ŞEMZÎNANÊ BI DEST BIXE

Duran Kalkan bang li Kurd û Kurdistaniyan kir ku bila li her derê dest bi çalakiyan bikin û got, “Her der Efrîn e, her der berxwedan e. Divê her roj li hemberî vê dîktator çalakî hebin.”

Kalkan axaftina xwe wisa domand:

“Gerîla li Serhedê, li Amedê lêdide. Ev çalakî wê li her derê bi pêş ve biçe. Kesên ku baweriya xwe bi Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî tînin ew ê dawiya salê nebînin. Ji ber vê jî divê hesabê xwe rast bikin. Dixwazin li eniyê me bidin sekinandin. Gerîla ji bo Efrînê dikare pêngavekê bike û Şemzînanê bi dest bixe. Çima neke?”

HEKE HAVÎNÊ BIBÎNE EW Ê PAYÎZÊ NEBÎNE

Kalkan têkildarî amadekariyên hilbijartina pêşwext a AKP’ê jî got ku, “Tayyip Erdoğan ji bo ku moral bide her derê, her roj diaxive. Saniyeyekê valahiyê nahêle. Ji ber ku ditirse ku ew ê mirov rastiyê bibînin.”

Kalkan got ku, “AKP kongreyan li dar dixe û amadekariya hilbijartinê dike. Lê ew ê negihêje ser hilbijartinê. Heke AKP havînê bibîne, ew ê payîzê nebîne. Li Kurdistanê dengê AKP’ê ji nîvî zêdetir kêm bûye. Heke hilbijartineke demokratîk pêk were, ew ê encam ev be.”

KUJER VEDIGERE CIHÊ BÛYERÊ

Duran Kalkan têkildarî serdanên Erdoğan ên li Amed û Mêrdînê jî ev tişt got, “Piştî ku li Parîsê qetlîam pêk hat, yek ji kesê pêşîn ê çû cihê bûyerê Omer Guney bû. Kesên kujer dema ku qetlîamê dikin, dixwazin beriya her kesî temaşe bikin. Çûna Erdoğan a li Amed û Mêrdînê jî wisa ye. Nisêbîn, Hezex, Kerboran qetil kir û diçe Mêrdînê. Li Sûrê qetlîam kir û ji bo dîtina vî tiştî diçe Amedê.”

Duran Kalkan diyar kir ku AKP li Kurdistanê nikare tiştekî bike û got, “Li Mêrdînê gelek kes li eywanê kom kiribûn. Ev hemû bi derfetên maddî û giyanê faşîst  hatine têrkirin. Wekî komên SS û SIA yên Hitler in.” Kalkan diyar kir ku di eywanê de pankartên ‘Dêrik’, ‘Qoser’ hatine vekirin û got “Ez nîvê Dêrikê û Qoserê nas dikin. Ew ne ev e kes in ku ji Erdoğan re bibêjin ‘serçavan’”

SIYASETA DYA LI ROJHILATA NAVÎN TÊK DIÇE

Kalkan diyar dike ku rêveberiya Trump di salvegera xwe ya yekemîn de di polîtîkaya xwe ya Rojhilata Navîn de têk çûye û got, “Siyaseta Amerîkayê li Rojhilata Navîn têk diçe.  Xala ku rê li pêşiya teşhîrkirina wê girt ev bû ku, tevlî koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê bû û pişta hêzên şoreşger ên Rojava girt. Vî tiştî piçekî vîzyona DYA pak kiribû. Lê di mehên dawîn de tê dîtin ku têk diçe.”

Kalkan got ku, “Rêveberiya Trump beriya ku saleke xwe biqedîne, wezîrek dûr xist. Ev tişt têkildarî polîtîkaya Rojhilata Navîn e. Tillerson bi ser neket. Erdoğan yek siyasetmedarê DYA nehişt ku çêr jê re nekiribe. Ma ev siyasetmedarî ye?”

Kalkan axaftina xwe wisa domand: “Di  şerê cîhanê yê duyemîn de tifaqa Sovyet, Îngîltere, Fransa û DYA bi ser ketibû û navê vê tifaqê kiribûn ‘tifaqa demokrasiyê’. Di bingeha vî tiştî de jî dijberiya faşîzmê hebû. Hate gotin ku li dijî faşîzma Hitler in. Ew ê li dijî dîktatoriyên faşîst bûne. Lê ne wisa ye. Li Ewrûpayê rastgirî bi pêş ve diçe. Ji ber ku li hemberî faşîzmê helwesta xwe eşkere nekirin.”

DADGEHÊN GEL ÊN MAYÎNDE

Kalkan got ku, “Li Ewrûpayê gelek ronakbîr, demokrat, welatparêzên li derveyî pergala dewletan a Ewrûpayê heye. Ew vê civakê temsîl dikin. Heke ev kes nebin, ew ê ev dinya neyê kişandin” û xebatên ‘Dadgeha Gel a Mayînde ya Navneteweyî’ nirxand.

Kalkan qala girîngiya van platforman kir ên ku dewleta Tirk lê tê darizandin û got, “Ev hewldan gelekî girîng û hêja ne. Ev tişt, qadên dîplomasiya me ne.”

Kalkan diyar kir ku tespîta dadgehê ya ku dibêje ‘Dewleta Tirk li hemberî Kurdan şer dike’ qels e û got, “Li holê şer tune. Qirkirin û qetlîam heye. Li Cizîrê qetlîam hate kirin, li Efrînê qirkirinek hate kirin.”