'Divê Konseya Ewropa û CPT rewşa Rêberê me zelal bikin'

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê', ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, di hefteya 330'î de ye. Nobedarên vê hefteyê koma ji bajarê Marsîlya yê Fransayê ye.

Nobeda "Azadî ji Ocalan re" ku 25'ê Hezîrana 2012'an li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li ber avahiya Konseya Ewropayê dest pê kir, bi rengekî bê navber dewam dike.

Çalakgerên vê hefteyê Kurdistaniyên bi navê Îlhamî Karakaya, M. Şîrîn Çîftçî, Mahsûn Kuçukkaya û Engîn Karaagaç in ku ji bajarê Marsîla yê Fransayê hatine.

'7 SAL IN EM LI BENDÊ NE KU JI BO RÊBERÊ ME GAVÊ BIAVÊJIN'

Nobedarên ji Marsîlyayê bal kişandin ser berpirsyariya Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û gotin, "Divê Konseya Ewropa û CPT bi lezgînî rewşa Rêberê me zelal bikin. Mafê her mirovî ye ku bijî."

Çalakgeran diyar kirin ku ev 7 sal in ew bi biryardarî nobeda "Azadî ji Ocalan re" digirin û gotin, "Ev 7 sal in em li bendê ne ku ev saziyên berpirsyar rewşa Rêberê me zelal bikin. 7 sal in em bi sebir li bendê ne ku gavek ji bo Rêberê me were avêtin."

Çalakgeran destnîşan kirin, çalakiya ku bi salan e dewam bike nîşaneya dilsoziya wan a bi Rêberê xwe re ye.