'Divê her mal û kolan veguhere dibistana ziman'

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê, bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek weşand û banga xwedîderketina li Kurdî kir.

Komîteyê diyar kir, pîrozkirina herî bi wate ew e ku her mal, kolan û bexçe bibe dibistana ziman.

Peyama Kmîteya Perwerdeyê ya KCK'ê ya bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî weşand, wiha ye:

"Ziman diyardeya herî şênber a hebûn û xwebûna gelan e. Civak an gelên ku nikaribin ziman û çanda xwe biparêzin, nûjen bikin û bi pêş bixînin dibin amûra bişaftin û dagirkeriya desthilatdaran. Dîroka Kurd û Kurdistanê ya nêz, amûnê pir bi êş ya vê rastiyê ye. Nexasim dîroka nijadperestî û dagirkeriya Komara Tirk, Îran, rejîma Beas a Sûrî û ya Iraqê di heman demê de dîroka qirkirina fizîkî û çandî ya li ser gelên Kurd û Kurdistanê tê meşandinê ye. Îro jî li ser gelên Kurd, Ermen, Asûrî-Suryanî-Keldanî; baweriyên Êzdî, Elewî, Yarsanî û hwd. qirkirina çandî û cîh bi cîh qirkirinên fîzîkî berdewam tê meşandin. 

Rejîma qirkirina çandî heta roja me jî bi siyaseta înkar û îmhayê xwe dide meşandin. Bi derketina PKK’ê re rê li ber siyaseta înkar û îmhayê û qirkirina fîzîkî û çandî hate girtin. Heta derketina PKK’ê ziman û çanda Kurdî û Kurdistanî hatibû ber tinebûnê. Di serî de bi têkoşîna Rêber APO û bi ked û xwîna dehhezaran pakrewanan xwebûn, azadî û vegera li cewhera xwe pêkan bû. Rê li ber vejîn, nûjenî û pêşketina ziman û çanda Kurd û Kurdistanî vebû. Ger ku îro em cejna zimanê Kurdî pîroz dikin, ev yek bi hêsanî pêk nehat. Bi xwebexşandina Hawrê Mehemed KARASÛNGÛR, Salih Kandal, Hûsen Denîz, Mehmet Kûrt û bi sedan mamosteyan bingeh û wêrekiya ragihandina Cejna Zimanê Kurdî pêkan bû. Divê di serî de mamoste û xwendekar, nifşên nû jî vê rastiyê bizanin û li gorî vê rastiyê li zimanên Kurdî xwedî derkevîn.

Pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî, bi têkoşîn û serketina li dijî dagirkeriya bîrdozî ku li ser mêjî tê meşandin, li dijî hemû cûreyên pişaftin û qirkirina çandî  ve pêkan e! Bi pêkanîna her mal, kolan, bexçe û binê latan veguherîna dibistanan pîrozbahiya her bi wate pek tê. 

Cejna Zimanê Kurdî li Mamosteyê mamosteyan Rêber APO, kedkar û xebatkarên pêrwerdê, li hemû xwendkaran û Gelê Kurdistanê Pîroz be!"