Dîşkaya: Dixwazim deng û helbestên Kurdî bigihînim guhdaran

Yûnûs Dîşkaya got, "Ez nizanim bê li muzîka min tê guhdarîkirin an na. Lê li cihê ku lê tê guhdarîkirin, heta ku ji destê dixwazim deng û helbestên Kurdî bigihînim guhdaran."

Bi gotina wî; muzîka xwe ne li odeyeke girtî qeyd dike. Di dema qeydê de carna dengê pisîk û kûçikên li hewşê jî tê bihîstin. Li malê dinivîsîne û diafirîne. Yûnûs Dîşkaya berhem û helbestên nivîskar û şairên girîng ên Kurdan bi rêbazeke xwe ya xweser dike stran û pêşkêşî guhdaran dike. Di Kurdî de bi giranî guh dide Cegerxwîn, di Tirkî de guh dide Karacaoglan û Sabahattîn Alî û di Farsî de jî herî zêde guh dide Omer Hayyam. Ji helbestên wan albûmên bêhempa diafirîne.

Stranên xwe li ser înternetê diweşîne. Ji niha ve bi hezaran kes lê guhdarî dikin. Dîşkaya li ser kar û albûma xwe ya nû ji ajansa me re axivî.

Dîşkaya diyar kir ku albûma wî ya bi navê "HesretDefter" ji helbestên yek ji sê pirtûkên Fêrîkê Ûsiv pêk tê u got, "Ji aliyê teknîkî ve albûmeke bi tenê ye, lê belê ji ber ku zehmet bû mirov ewqas stranan di albûmekê de bi cih bikin, min kiribû sê parçe. Du albûmên destpêkê bi giştî 33 stranan pêk tê û beriya niha bi demeke kin hate weşandin. Lê belê hîn çend helbest hebûn ku min neqandibû, min ew jî ji albûma dawî re hişt. Helbestên van stranan jî bi giranî dirêj in, lewma wê ji çar albûman pêk were."

Yûnûs Dîşkaya qala cihê xwe yê kar jî kir û got, "Li odeyeke neîzolekirî ez stranên xwe qeyd dikim. Li derve kûçik, li hundir jî pisîk hene. Dibe ku dengê wan jî tevlî stranan dibin."

Dîşkaya diyar kir ku cihê ku ew albûmên xwe diweşîne bi pere nîne, ji xwe ew naxwaze bi pere be.