Dîmenê çalakiya li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Lêlîkanê…

ANF’ê dîmenên çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li Girê Lêlîkan a li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker hate lidarxistin parve kir.

 Gerîlayên HPG’ê duh li Girê Lêlîkan ê Herêma Biradost ya Başûrê Kurdistanê gelek çalakî li dijî leşkerê artêşa Tirk a dagirker lidar xistibûn.

HPG’ê têkildarî çalakiya duh ev agahî dabû:

“21'ê Gulanê saet 06:30'î hêzên me li dijî yekîneyeke dijmin ku demeke dirêj girê Şikêr ê nêzî Tepê Xwedê yê li herêma Barzanê kontrol dikir, çalakiyek kirin. Ji nêz ve derbên giran li yekîneya dijmin hatin xistin û 5 leşker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê topên ahwanê û obus avêt herêmê.

Hêzên me heman rojê saet 15'an li dijî artêşa TC a dagirker a li girê Lêlîkanê yê herêma Bradostê bi cih bûbû, çalakiyeke berfireh kirin. Hêzên me ji 7 baskan ve li girê ku dijmin li ser bû reşandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 23 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi gelek wesayitan mirî û birîndarên xwe rakirin derdora gundê Lêlîkanê. Şeva heman rojê bi balafirên şer û helîkopterên bi tîpa Kobra bombe li herêma Lêlîkanê hatin barandin.”