Diljen Ronî: Kêfa Kurdan wê ji Rock a Kurdî re were

Hunermendê Kurd Diljen Ronî ku bi rêbaza Pop-rock distirê, albûma bi navê "Xewna Derew" pêşkêşî guhdaran kir. Diljen Ronî got, "Kurdan dema ku li Rock a Kurdî guhdarî kirin wê kêfa wan jê re bê, ji ber ku bi zimanê wan ê dayikê ye."

Albûma nû ya hunermendê Kurd Diljen Ronî "Xewna Derew" ji Kom Muzîkê derket. Albûm ji stranên pop-rockê pêk tê. Ronî, berhema 'Sînê' ya solîstê Koma Wetan Kerem Gerdenzerî ji nû ve şîrove kir. Her wiha strana "Ez û Yar" a Cegerxwîn ku muzîka wê Hozan Dilgeş çêkir, xwend.

Albûma "Xewna Derew" ji 9 stranan pêk tê û gotinên 4 ji wan ji aliyê Ronî ve hatine nivîsandin. Muzîka 7 stranan jî aliyê wî ve hatiye çêkirin. Diljen Ronî ji ANF'ê re qala hunera xwe kir.

Ronî diyar kir, di muzîka Kurdî de zêde rêbazên cihê nînin û got, "Ev yek kêmasî ye. Kêm mirov hene ku muzîka rockê çêdike. Yek ji van Ciwan Haco ye. Ez heyranê wî me. Lewma dibe ku ji ber vê yekê dengê min dişibînin yê wî. Lê ev rêbaz rêbaza min e û bi vî rengî hîn bi hêsanî distirêm."

'DIVÊ MIROV LI POP Û ROCK A KURDÎ VEKIRÎ BIN'

Diljen Ronî diyar kir, di navbera konjonktura salên 90'î ya niha de gelek cudahî hene û wiha dewam kir: "Divê mirov niha muzîkên hîn baştir derxînin. Pêwîstî bi avabûna bazara vê heye, ji ber ku pirsgirêka herî mezin a stranbêjên Kurdî ew e ku berhemên xwe nikarin bigihînin gel."

Ronî anî ziman ku mîsyona wî ya herî mezin e ew e ku bêje, 'Li şûna Kurd li pop a Tirkî guhdarî bike bila li Pop a Kurdî guhdarî bike. Li şûna ku li Rock a Tirkî guhdarî bikin bila li Rock a Kurdî guhdarî bikin'. Bi vê armancê min berhem afirand. Kurdan dema ku li Rock a Kurdî guhdarî kirin wê kêfa wan gelekî jê re bê, ji ber ku bi zimanê wan ê daykê ye. Lewma divê mirov li vê rêbazê vekirî bin."

'XEWNA DEREW' BÛ NÎŞANEYA WÎ

Diljen Ronî diyar kir, wî albûma xwe ya destpêkê ya bi navê "Çend Gotinên Evînê" li Cizîrê amade kir û got, "Ji ber ku albûma destpêkê bû berpirsyariya min giran bû. Ya rast, rêbaza min pop-rock e. Bi vê rêbazê xwe hîn bi hêsanî dikarim îfade bikim. Lê belê ji ber ku aliyekî min Botanî ye, ez bi stranên wê derê mezin bûm. Di bingeha hunera min de şopa Mehmed Arîf Cizîrî xurt e. Bêguman derfetan jî bandor li rewşê kir. Piştî ku min got 'Ez êdî amade me' min dest bi afirandina rêbaza xwe kir.

Min li qeydên li stranên gelêrî yên Kurdî yên malê, li konserê ya jî li devereke din hatine kişandin guhdarî kir û dûre biryar da ku albûma Klasîkê Kurdî derxînim. Ji bo li muzîka Kurdî ya klasîk bê, min bi hemû detayan di wê formatê de xwend. Lê ev albûm nîşaneya min e. Dema ku Diljen Ronî were gotin wê albûma Xewna Derew bê bîra mirovan. Ji ber ku albûmên min ên ji niha û pê ve wê mîna vê bin."

NAVEROKA ALBÛMÊ

Li ser naveroka albûma "Xewna Derew" Ronî got: "Gotinên 3 stranên albûmê yên Muslum Aslan e." Ronî diyar kir di albûmê de ew bi bas gîtarîstê navdar Îsmaîl Soyberk, mûzîsyen û aranjor Ayhan Orhûntaş û Alper Atakan ku aranjorî ji gelek stranbêjên muzîka pop a Tirkî re kiriye, xebitiye.

Diljen Ronî sala 2008'an bi albûma xwe ya bi navê "Çend Gotinên Evînê" navê xwe da naskirin. Piştre sala 2012'an albûma "Du Demsal" û asla 2018'an jî "Çile-Klasîkên Kurdî" pêşkêşî guhdaran kir.