BI DÎMEN

Dibistana Ehmedê Xanî dewreya xwe ya 20’emîn jî bi dawî kir

Dibistana Ehmedê Xanî (saziya ziman) a ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye, dewreya bi navê Ş. Bêrîvan a ku ji 15 xwendevanan pêk dihat bi merasîmekê bi dawî kir.

 

Dewreya Ş. Bêrîvan a di 20’ê Gulanê de destpê kiribû, domahiya 3  mehan berdewam kir. Di dewreyê de li ser zimanê kurdî, rêziman û dîroka zimanê Kurdî perwerde hate dayîn.

15 xwendevanên dewreyê di 26’ê Tebaxê saet 9:00’an de bi merasîmekê ve dîplomayên xwe wergirtin. Di merasîmê de Endema Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb axaftinek kir. Di axaftina xwe de Xerîb bal kişand ser girîngiya ziman û di hebûna gelan de li ser wateya wê rawestiya.

Piştî axaftina Diyar Xerîb, dîplomayên xwendevanan hatin radestkirin. Piştre jî bi pêşendanên wek folklor, muzîk û skeçên ku ji aliyê xwendevanan ve hatibû amadekirin dewre hate bidawîkirin. 

...