Di şahiya mirovahiyê de tecrîd hate şermezarkirin

Şahiya Mirovayetiyê ya li Parîsê bi dawî bû. Parlementera HDP’ê Tûgba Hezer di şahiyê de axivî û got, “Civaka ku jin tê de azad be, faşîzm nikare xwe lê bi cih bike.” Di şahiyê de tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin.

Şahiya Mirovayetiyê ya ku Partiya Komunîst a Fransayê her sal di meha Îlonê de li Parîsê li dar dixe, gelek kesên ji welatên cihê anî ba hev.

Kurdistanî jî wekî her sal îsal jî beşdarî vê şahiyê bûn. Heyva Sor a Kurdistanê û Tevgera Jinan a Kurd stand vekirin û têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok û broşur belav kirin.

‘KURD LI HEMBERÎ AKP Û DAIŞÊ LI BER XWE DIDIN’

Parlementera HDP’ê Tûgba Hezer li vê derê beşdarî panela li konê Kurdistanê bû û got, “Dema ku DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn her der dida ber xwe, Kurdan ew dan sekinandin. Tirkiye jî hemû barbariya xwe didomîne û herî zêde Kurd têdikoşin. Di civakeke ku azadî û demokrasî lê hebe, faşîzm û dîktatorî nikare xwe lê bi cih bike. Em ê yekîtiya jinan û îradeya jinan xurt bikin û têkoşîna xwe geş bikin.”

BÛ ŞAHIYA ÇANDÊ

Bi pêşengiya Tev-Çand Parîsê Farqîn, Dîwana Evdaê Zeynikê, Mubîn, Zazlooz, Rênas, Tarî Zilmat, Şararoj û Nûarîn beşdarî festîvalê bûn û gelek mirovan li vê derê govend gerandin.