Di roja serxwebûna Norwêcê de xwarina Kurdan hat dayin

Bi wesîleya 17'ê Gulanê roja serxwebûna destûrî ya Norwêcê, li gelemperiya welêt pîrozbahî tên lidarxistin. Kurd jî bi kincên xwe yên neteweyî û bi xwarina xwe cihê xwe di nava pîrozbahiyan de digirin.

Kurdên li paytext Osloyê dijîn, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk, ji 16'ê Gulanê û pê ve xwarinên neteweyî li kermesekê anîn ba hev. Kurd wê heta 21'ê Gulanê di nava pîrozbahiyan de cihê xwe bigirin.

Li vê standê, ji xwarina Kurdan biryanî, savar, nanê sêlê, kutilk, eprax hatin pêşkêşkirin.

Standa çanda Kurdan, bala welatiyên Norwêcê û mirovên ji komên din ên etnîkî kişand. Xebatkarên li standê, car carna muzîka Kurdî vedikin û bi kesên dixwazin xwarinê tehm bikin govendê digerînin.

Norwêcê di 17'ê Gulana 1814'an de destûra xwe ya bingehîn amade kir, ji Swêdê qut bû û veguherî dewleteke serbixwe.

Nifûsa Norwêcê bi qasî 5,5 mîlyon e. Li vî welatî bi qasî 45 hezar Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê hene.