Di Mihrîcana Cizîra Botanê de panela Roboskiyê

Di Mihrîcana Cizîra Botanê de panela Roboskiyê

6'emîn Mîhrîcana Rojên Çand û Hunerê a Cizîra Botan bi lidarxistina panel û lîstikên şanoyan didome.

Di çarçoveya 6'emîn Mîhrîcana Rojên Çand û Huner a Cizîra Botan de panelekî bi navê "Roboskî û gorên komî" li Parka Şaredariyê hate lidarxistin.

Di panelê de Ferhat Encu yê ku bira û xizmên xwe di komkujiyê de wenda kir, rojnameger Ramazan Îmrag û derhêner Sedat Bariş wekî panelîst beşdarî bûn. Ferhat Encu da zanîn ku gundiyên Roboskiyê ji ber ku xîzan in bi riya qeçaxçitiyê debara xwe dikin û diyar kir ku tu caran roja komkujiyê nayê ji bîr kirin. Encû wiha got: "Li hemberî bombebarankirina zarokan a ji aliyê balafirên şer tu wîcdan nikare bêdeng bimîne, lê Tayîp Erdogan ketiye pey nixûmandina bûyerê."

Encu komkujiyên Agirî, Zîlan û Dêrsîmê ku ji aliyê dewletê ve hatin kirin jî bi bîr xist û da zanîn ku komkujiyê layiqî gelê Roboskiyê jî dîtine. Encu wiha axivî: "Hîn berpirsyarê komkujiyê nehatin dîtin, dest bi girtina gundiyan kirin. Bi hinceta ku êrîşî kaymakam kirine gundiyan tên girtin. Ji cihê ku serokwezîr ji me lêborînê bixwaze, rayedarê dewletê ji bo ku em dev ji doza xwe berdin, gef li me dixwe." Encu diyar kir ku ji malbata xwe 34 kes di komkujiyê de wenda kiriye û anî ziman ku ji îro pê de canê wî jî biçe dê li pey doza xwe be.

Piştî panelê li Stadyûma Bajêr de lîstikên 'Birgî', 'Gûh Segî' û 'Berdeqî' yên herêma Şirnexê ne hatin lîstin. Her wiha li Navenda Çand û Huner a Mem û Zînê lîstika şanoyê ya bi navê 'Bûka Baranê' ya ji aliyê Teatra Yekta Hêvî tê lîstin, hate pêşkêşkirin.