Di Festîvala Navnetewî ya Şanoyê ya Mêrîwanê de xelat hatin dayin

Festîvala Şanoyê ya Navnetewî ku cara 13’an, 1’ê Îlonê li Mêrîwanê dest pê kirî bi dawî bû. Kesên ku tevlê bûbûn hatin xelatkirin.

Festîvala Navnetewî ya Şanoyê ya Mêrîwanê, ku cara 13’an e pêk tê şevê dî bi merasîmekê qediya. Ji qada navnetewî û Rojhilatê Îranê 500 hunermendên şanoyê yên navdar û Alîkarê Walî yê ji Ewlehî û Siyasî ya Sinê berpirs, Hisên Xoşikbal jî li merasîmê hazir bûn. Merasîm li Hêwana Mêrîwan Neşdê pêk hat.

10 LÎSTIK PÊŞNIYARÎ FESTÎVALA FECRÊ KIRIN

Ji Îran û Rojhilat, Ermenîstan, Iraq, Fransa, Spanya û Başûrê Kurdistanê 39 komên şanoyêji pênç beşên cuda ketin pêşbirkê ya ku 5 rojan berdewam kirî. Ji van 10 lîstik hatin pêşniyarkirin ku tevlî şanoya festîvalê ya bi navê Fecr bibin ku payizê wê li Tehranê bibe. Ji van lîstikan ku pêşniyar li ser wan hate kirin ku tevlî festîvala Fecrê bibin, 2 jê komên şanoyê û lîstikên Mêrîwanê bûn, kom û lîstikên din ên Sinê, Bokan, Kurwa, Amûl, Lahîcan, Kirmanşan û Tehranê bûn. Piraniya lîstikên ku hatin pêşniyarkirin tevlî festîvala Fecrê bibin lîstikên şanoyê yên bajar û navçeyên Rojhilat bûn.

XELAT HATIN PARVEKIRIN

Merasîma xelatê bi xelatdayinê dest pê kir. Xelata taybet a derhêneriya herî baş dane Nêrgiz Xokkar a Îranî. Di beşa derhêneriyê de xelata pêşî dane Efşîn Xidîr, xelata duyem jî Xonçe Şukuhyan a ji Amûlê ya Ermen û  ji Detorayê Seîd Xeyrûllah. Xelata sêyem jî ji Mêrîwanê Soran Huseynî û ji Bokanê Nezîla Emînî standin.

Di 39 lîstikên şanoyên de xelata yekem dane hemû zarokan.