Di festîvala muzîkê de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin

Di festîvala Fet de la Mûsîqûe de, bi daxwaza azadiya Ocalan pankart hate vekirin.

Di festîvala muzîkê ya Parîsê de, endamên TEV-ÇAND a Parîsê bernameyeke muzîkê lidar xistin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Festîvala Fet de la Mûsîqûe îsal cara 36'an hate organîzekirin. Hunermendên Kurdistanî jî bi reng û stranên xwe tevlî festîvalê bûn. Hunermendên Kurd pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" vekirin û bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Di çalakiya li 10. Parîs Strasboûrg Saîn-Denîsê de hunermendê Kurd Farqîn derkete ser dikê.

Di çalakiyê de ku gelek Fransî lê amade bûn, dirûşmên "Azadî ji Ocalan re", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn û heta derengiya şevê dirûşme hatin qîrîn.