Di festîvala li Kanadayê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, Festîvala Aştî û Çanda Kurd hat lidarxistin. Parlamenterên HDP'ê Irmak û Ozsoy li vir axivîn û banga xurtkirina piştgiriya hev kirin.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, Festîvala Aştî û Çanda Kurd hat lidarxistin. Festîval tevî baranê jî bi coşeke mezin pêk hat.

Hevserokên Komeleya Çanda Kurd a Torontoyê Gurkan ormangoren û Zohre Ûyûklû di destpêkê de axivîn û diyar kirin, ew daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û ji bo vê jî ew ê xebatên gireyî û dîplomatîk bimeşînin.

Parlamentera HDP'ê Selma Irmak jî işaret bi berxwedana qadên xwerêveberiyê kir û got, "Dibe ku mirovên ji gelê Kurd ji aliyê fîzîkî karibin ji holê rakin, lê belê nêrîna rizgariyê, nêrîna azadiyê bi ti awayî nikarin ji mejiyê Kurdan derxînin."

Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy jî got, "Em pêşniyarê li AKP'ê/Erdogan dikin ku nebêje 'ez ê karibim bi van operasyonên tepisandinê mîna cemaetê, Kurdan jî bêdeng bikim'. Bila tevgera Kurd û cemaetê tevlîhev neke."

Ozsoy ji bo kampanya xwedîderketina malbatan a li hev, ku ji bo piştgiriya qadên xwerêveberiyê tê meşandin, bang tevlîbûnê kir.

Di festîvalê de hunermendên herêmî, Koma M ezopotamya, koma govendê ya Zîlan û koroya zarokan derketin ser dikê. Kurdistanyan her wiha li ber stranên hunermenda NÇM'ê Zelal Gokçe govend gerandin. Festîval bi stranên Kemalê Amed qediya.