Di êrîşa artêşa Tirk û çeteyên wê de 17 çete hatin kuştin

Hêzên Şoreşger û şervanên YPG-YPJ’ê bersiv dane artêşa Tirk û çeteyên wê. Di şer de 17 çete hatin kuştin û 7 çete birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û faşîst û çeteyên di bin nîrê wê de êrîş birin ser gundên kantona Efrîn û Şehbayê. Çeteyan êrîş birin ser Kanpa Koçberan a Rûbar a li Kantona Efrînê û her wiha bi ser gundên Celbirê, Qestel Cindo û Kefîr Xaşirê; her wiha li Kantona Şehbayê jî êrîş bi ser Bajaroka Rifetê û Şêx Îsa, Hisiyê, Til Medîq û Qulsirocê. Di dema êrîşan de balafirên keşfê yên artêşa Tirk li qadê diçin û dihatin.

Hêzên Şoreşger bersiv dane êrîşên çeteyan ên bi ser Kantona Şehbayê de. Hêzên Şoreşger li buldozerên li gundên Til Medîq û Tiwîsê rûxandin.

Jêderên leşkerî yên Hêzên Şoreşger diyar kirin li gundê Til Malid û Hisiyê 17 çete hatin kuştin û 7 çete jî birîndar bûn.

Şervanên YPG-YPJ’ê jî bersiv dane êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên bi ser gundên Kefir Haşir, Celbirê û Qestel Cindoyê. Di şerê gundê Kafir Haşir de 10 çete hatin kuştin.

Hêzên Şoreşger li Navçeya Bilbilê balafireke keşfê ya atêşa Tirk anîn xwarê.