Dewleta Tirk penaberên li Wanê dişîne Efrînê

Dewleta Tirk bi sedan penaberên ji 15 heta 25 salî yên li Wanê, nîvê şevê bi dizî ji Otogara Wanê dişîne Efrînê.

Li Wanê van rojên dawî liv û tevgereke zêde ya penaberan heye. Her roj bi sedan penaber tên otogara nava bajaran a Wanê. Bi taybetî penaberên ji Asya Navîn her êvarê bi otobusan ji Wanê ber bi bajarên din ve têne şandin.

AKP'ê, piştî ku şer ragihand ji bo guhertina nifûsa herêmê bi hezaran penaber anî bû. Penaberên Tirk ên anîn herêmê, li kampa ji konan a li derdora Çiyayê Suphanê yê li Bedlîsê hatibûn bicihkirin. AKP'ê qîma xwe bi vê neanî û vê carê ji Afganîstan, Sûriye, Îran û gleke welatên din penaber li bajarokê Rûbarokê yê navçeya Şemzînanê bi cih kiribû.

AKP niha jî penaberên aniye Wanê dişîne Efrînê. Bi sedan penaberên ji 15 heta 25 salî, pêr êvarî bi serkêşiya polîsan bi dizî ji deriyê pişt ve anîn Otogara Wanê. Bi sedan penaberên ciwan nîvê şevê bi dizî li otobusan hatin siwarkirin û hatin şandin.