Dewleta Tirk îro li Efrînê 47 sivîl kuştin

Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên qirkirinê yên bi ser Efrînê de îro 16 jê zarok, 14 jê jin, 47 sivîl kuştin. Gelek sivîl jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên îro de, yên bi ser Efrînê de piranî jê jin û zarok 47 kes kuştin. Gelek kes jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker ji şevê dî ve gelek top avêtin navenda bajêr û piranî jê zarok 21 kes kuştin.

Bi êrîşên balafir, top û obûsan, bi zanebûn sivîl kirin hedef û saet 21.00’an Nexweşxaneya Avrînê bombe kir.

Sê bombeyên qazanê li Nexweşxaneya Avrînê xistin, dema êrîşê li nexweşxanê gelek nexweş û personelê nexweşxanê hebûn.

Di êrîşê de, ya bi ser nexweşxanê de bi kêmanî 15 kes şehîd bûn.

Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de li Efrînê 16 jê zarok, 14 jê jin, 47 sivîl şehîd bûn.