Amêdiyê bûye navenda MÎT'ê

Dewleta Tirk li bajarokê Amêdiyê yê Başûrê Kurdistanê 5 navendên MÎT’ê ava kiriye û hemû cûre çekên giran lê bi cih kiriye.

Li gorî belgeya rojnameya Jiyan a di hemjara 63'ê ya roja Yekşemê belav kirî de, dewleta Tirk êrîşên dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê berfireh kiriye û xaka Başûrê Kurdistanê kiriye navenda îstixbat û karê sîxûriyê yê MÎT'ê. 

Di belgeya Rojnameya Jiyan parvekirî de Teşkîlata Îstixbaratê ya Mîllî ya Tirk (MÎT) li bajarokê Amêdiyê yê ser bi bajarê Dihok ê Başûrê Kurdistanê 5 navendên MÎT’ê ava kiriye û her cûre çekên giran lê bi cih kiriye. Her wiha balafirgeha li herêmê jî ji bo bomberdûmankirina gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistan ên li herêmê seferber kirine.

BAREGEHÊN LI AMÊDIYÊ

Li gorî heman belge û nûçeyê, MÎT'ê baregehên sereke li seranserê bajarokê Amediyê ava kiriye, dîsa baregehek li Sîrê ya bajarokê Şêladiz, yek li Girê Bardoz û yek jî li devera Kanî Masiyayê hatiye avakirin.

Rojname ev agahî jî parve kir: "MÎT'ê balafirgeha Bamernê jî kiriye cihê îstixbarat û sîxûriyê. Her wiha li van baregehan çekên giran ên mîna tank, top, hewan, wesayîtên zirxî û helîkopter hatine bicihkirin."

Rojnameyê ragihand ku balafirên bê mirov û helîkopterên artêşa Tirk jî ji balafirgeha Bamernê difirin û xaka Başûrê Kurdistanê bomberdûman dike.

Têkildarî mijarê Berpirsê Komelgeha YNK'ê û Alîkarê Berpirsê Malbendî Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Hawar Amêdî jî ji rojnameyê re axivî û hebûna baregehên sîxûriyê yên MÎT'ê yên li herêmê piştrast kir. Amêdî got, "Hebûna van baregehan bûye sedem ku rûyê geşt û betlaneyê yê herêma Amêdiyê nemîne û welatî ji bo betlaneyê serdana herêma Amêdiyê nekin."

'WELATIYÊN HERÊMÊ NERAZÎ NE'

Amêdî bal kişand ser nerazîbûnên gel ên li dijî van baregehan û got: "Hebûna van baregehan bûye sedema nerazîbûnên welatiyên herêmê. Li dijî van baregehan û êrîşên dewleta Tirk her çendî xwepêşandan hatibin kirin jî lê ne hikûmeta Herêma Kurdistan û ne jî Necûmena Nûnertiya Iraqê pirsgirêk çaresernekiriye."