Dewlet li Colemêrgê xwezayê qetil dike

Li Colemêrgê Santralên Hîdroelektirk (HES), santralên ceyranê û navendên trafoyê yên ji aliyê dewletê ve hatine çêkirin xwezayê qetil dike. Navenda trafoyê ya li gundê Otlûca ya  li navenda bajar zirareke mezin dide rez, baxçe û zindiyên li herêmê.

Xwezaya Colemêrgê bi cureyên şînatî û lawirên cuda xwezayeke gelek xweş e. Navenda bajar û navçeyên wê cihekî wiha ye ku bi taybet ji ber avhewayê 4 demsalan di nava hev de tê jiyîn. Li Colemêrgê ji ber erdnîgariya taybet û avhewaya bajar gelek şînatî û lawirên cuda lê dijîn. Dewlemendiya Colemêrgê bi zanebûn ji aliyê dewletê ve bi politîkayên hilweşînê her ku diçe tê tunekirin.

LI GIRAVA ZAPÊ JI BER HES’AN ZINDÎ QIR DIBIN

Bi taybet li Colemêrgê li ser hemû avan HES û santralên ceyranê hatine avakirin. Li van herêmên ku santralên Hîdroelektrîk (HES) û santralên ceyranê hatine avakirin zirareke mezin dide xwezaya derdor. Li Colemêrgê li ser ava Zap’ê gelek HES hatine avakirin. Ji ber van santralan jî beşeke mezin a Girava Zapê bê av hatiye hiştin û ziwa bûye. Di heman demê de bû sedema ku bi hezaran şînatî û curên zindiyan li giravê tune bibe.

NAVENDÊN TRAFOYÊ ZIRARÊ DIDE JIYANA XWEZAYÊ

Dewleta ku beşek mezin a Girava Zapê tune kirî niha li Colemêrgê li ser xaka bi bereket santralên ceyran û trafoyên ceyranê çêdike.

Trafoyên ku navenda depokirina ceyranê ye niha yek li ser Gever-Şemzînan tê çêkirin û ya din jî Navenda Trafo ya Colemêrgê ya li Gundê Otlûca yê Colemêrgê ye. Tevî nerazîbûna gundiyan navenda trafo ya ku di sala 200’i de hatî avakirin zirarê dide jiyana xwezayê ya li herêmê. Bi taybet gundiyên li gundê Otlûca û derdora wê dijîn bi çandinî, lawirvanî û xwedî kirina mêş hingivan re debara xwe dikin. Gundiyên ku debara xwe li ser lawirvanî û çandiniyê dikin wiha gotin; navendên trafoyê rez, bax û baxçeyên me ziwa kirin û mêşên me yên hingiv jî dimirin.

‘EM DIXWAZIN NAVENDÊN TRAFOYÊ BÊ RAKIRIN’

Gundiyên ku ji ANF’ê re axivîn gotin ku weke berê ji rez û baxçeyên xwe berhemê nagirin. Ji ber rewşa ewlehiyê gundiyê ku nexwest navê xwe eşkere bike wiha axivî; “Di mehên Havînê de rez û baxçeyên me zû hişk dibin. Bi taybet mirina mêşhingivan zêde bûye. Ji me re negotin me navendên trafoyê bi zirar in. Jixwe me nexwest li vê derê bê avakirin. Tevî ku weke gundiyan em li dijî vê derketin li vir trafo çêkirin. Niha em fêr bûn ku zirareke mezin dide zindiyan. Em weke welatiyên gund daxwaz dikin ku van navendên trafoyê ji vir bê rakirin.”