Dersim: Gerîla ji şer re her tim amade ye

Ji fermandarên HPG'ê Ûlaş Dersim got, eger dewleta Tirk êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê bike, wê berxwedaneke mezin bibîne û destnîşan kir ku ev berxwedan jî wê dawî li faşîzma AKP-MHP'ê bîne.

Dersim da xuyakirin ku desthilatdariya AKP'ê ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd ji destpêka sala 2017'an ve êrîşên xwe giran kiriye û işaret bi berxwedana mezin a gerîla ya li dijî êrîşan kir.

Dersim got, "Faşîzmê hemû derfetên xwe bi kar anî û xwest encamekê bi dest bixe. Lê belê berxwedana gerîla pêşî li êrîşên dewleta Tirk girt."

Dersim bi bîr xist ku artêşa Tirk 14'ê Kanûnê li dijî Xakurkê dest bi êrîşeke giran kir û anî ziman, artêşa Tirk a dagirker bi giranî êrîş bir ser qadên Geliyê Reş, Kaniya Reş, Evdalkovî û Deşta Heyatê.

Fermandar Dersim diyar kir ku ev yek hewldana dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê ye û wiha dewam kir: "Bêguman li dijî vê hewldana dagirkeriyê, li dijî vê dagirkeriyê, gerîla bi ruhê Apogerî li ber xwe da û li ber xwe dide.

Bêguman divê were gotin ku artêşa Tirk a mêtinger ji hewldanên xwe yên dagirkeriyê bi ser neket, ji operasyonên xwe encam negirt. Gerîlayên me li dijî artêşa Tirk a dagirker mohra xwe danîn binê gelek çalakiyên bi bandor. Di van çalakiyan de bi dehan leşkerên Tirk ên mêtinger hatin kuştin. Tevî ku liv û tevgera artêşa Tirk û êrîşên wan ên li herêmê zêde bûne jî, ji gerîla ti windahî nîne."

Dersim destnîşan kir ku gerîla bi rê û rêbazên hê hesas, zirav û kûr dikare pêşî li êrîşên artêşa Tirk a dagirker bigire û ragihand, erk û wezîfeya herî mezin a gerîlayên HPG û YJA Starê, têkbirina dewleta Tirk e.

Ûlaş Dersim da xuyakirin ku berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê bê navber dewam dike û wê nehêlin ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li ser piyan bimîne. Dersim da zanîn ku di dema bê de wê şerê xwe yê li dijî dewleta Tirk li gelemperiya Kurdistanê belav bikin.

Dersim anî ziman, artêşa Tirk dixwaze herêmên Sidekan, Bradost û Diyanayê ji mirovan xalî bike û got, "Artêşa Tirk her roj bi top, tank, hawan û obusan li herêmê dixe. Balafirên şer ên Tirk bi zanebûn bombeyan li gundên li van herêman dibarînin. Bi taybetî li deşt û zozan, çêrgeh û li herêmên ku gundî pincaran lê kom dikin, dibin hedef. PDK û Barzanî jî li pêşberî êrîşan bêdeng in."

Dersim d dewama axaftina xwe de ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li herêmên Sidekan, Bradost, Diyanayê karê sîxurkirinê dimeşîne û hin kes û sazî jî xwe didin ber vî karî û sûcê xiyanetê li gelê xwe dikin.

Fermandar Ûlaş Dersim kes û şexsên bi fermandarên artêşa Tirk ên gundê Bermize dagir kiriye tevdigerin hişyar kir û got, eger nokerî û xiyanet were kirin wê bê bersiv nemîne.