'Dengbêjî hîmê çanda Kurdan e'

"Mirov dikare bêje dengbêjî hîmê çanda Kurdan e. Em li dîrokê dinêrin piraniya dengbêjan ji derveyî karê dengbêjiyê bi ti karî ve eleqeder nebûne û tenê xwestine çanda Kurdewarî li ser lingan bihêlin."

Dengbêj Yusuf Kapçak diyar kir ku di çand û hunera gelê Kurd de roleke girîng a dengbêjên herêma Serhedê heye û got, "Dengbêjî hîmê bingehîn ê çanda Kurdan e."

Dengbêjên Kurd ên nemir, çanda Kurdan bi awazên xwe yên hestiyar heya roja me anîne. Dengbêjan di heman demê de, hem dîroka Kurdan a nehatî nivîsîn, hem jî wêjeya Kurdan a devkî ji civaka Kurd re vegotine. Gelê Kurd çand û dîroka xwe piranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave kiriye. Ev awaz weke çîrokan hatine guhdarîkirin. Di heman demê de wê awazê dîroka Kurdan a ne nivîskî jî hewandiye. Di çand û hunera gelê Kurd de roleke girîng a dengbêjên herêma Serhedê heye û gelek dengbêjan bi awaza xwe ya xweş cihê xwe di nava dilê gelê Kurd girtiye. Dema mirov guhdarî awazên Serhedê dike di serî de dengê wan yê bilind û xweş li ber guhên mirov dikeve. Yek ji van dengbêjan jî Dengbêj Yusuf Kapçak ê eslê xwe jî Îdirê ye.

47 SAL E KLAMAN DIBÊJE

Dengbêj Yusuf Kapçak dibêje ku ew hê di temenek biçûk de dest bi dengbêjiyê kiriye û wiha xwe dide nasîn: “Ez di sala 1959’an de li gundê Alotê yê Îdirê ji dayik bûme. Di temenê 10 salî de min dest bi dengbêjiyê kiriye û wê demê ez zarok bûm, ez gelek ji dengê dengbêjê nemîr Mehmet Salîhê Şemê bandor bûme û min dest bi dengbêjiyê kir. Dengbêj Mehmet Salîhê Şemê eslê xwe ji Agiriyê bû û herêm herêm digeriya û kilamên dengbêjiyê digot. Dema ku Mehmet Salîhê Şemê hate Îdirê û kilam gotin, ez gelek di bin bondora wî de mam û min ji dest bi dengbêjiyê kir. Heta temenê 21 saliya xwe min stiran û miqamên Mehmet Salîhê Şemê digot û piştî wê min Dengbêjê Nemîr Şakir nas kir û wî jî bi dengê xwe yê xweş cihê xwe di dilê min de kola. Ez teqez dikarim bibêjim ji niha û vir de ti dengbêj weke Şakirê Bedîh nayê ser ruyê dinyayê.”

DAYIKA DENGBÊJIYÊ

Kapçak da zanîn ku di çand û hunera gelê Kurd de roleke girîng a dengbêjên herêma Serhedê heye û wiha axivî: “Çanda Kurdî, çandekî gelek dewlemend e. Dengbêjiya Serhedê dayika dengbêjiyê ye. Herêma Serhedê warê dengbêjiyê ye, dema ku mirov guhdarî dengbêjê Serhedê dike mirov ji awazên wan yê xweş têr nabe. Wateya dengbêjiyê,  Deng ango dengek xweş yan jî miqamek xweş e. Dengbêjî ruhê mirovahiyê ye û ruhê çandê ye. Eger civak heya roja îro karîbe çanda xwe, hunera xwe, dîroka xwe biparêze û were naskirin ev bê guman bi rêya dengbêjiyê pêk hatiye.”

'DENGBÊJÎ BINGEHÊ ÇANDA KURDAN E'

Kapçak di çand û hunera Kurdî de bal kişand li ser girîngiya çanda dengbêjiyê û wiha pê de çû: "Gelê Kurd jî çanda xwe bi dengbêjiyê, bi awayekî zelal raxistiye ber çavan. Dengbêjên Kurd hem dîroka Kurdan a nehatî nivîsîn, hem jî wêjeya Kurdan a devkî ji civaka Kurd re vegotine û dîroka Kurdî zindî hiştiye. Mirov dikare bêje dengbêjî hîmê çanda Kurdan e. Em li dîrokê dinêrin piranî dengbêjan ji derveyî karê dengbêjiyê bi ti karî ve eleqeder nebûne û tenê xwestine çanda Kurdewarî li ser lingan bihêlin. Di dil û ruhê Dengbêjên Kurd de evîna xaka Welat hebû û bi vê evînê kilam distêrîn."

'DENGBÊJÎ SÎNORAN NAS NAKE'

Kapçak bilêv kir ku çanda dengbêjiyê xizêneyek bê dawî ye û ev tişt got: "Dengbêjî ti sînoran nas nake û dewlemendiyek bê dawî ye. Lê mixabin nifşê nû ti wate û nirxê dengbêjiyê nizanin. Di demê berê de em çend dengbêj dihatin li ba hev û heta danê sibehê me kilamên dengbêjiyê digotin. Dîsan dîwan hebûn û hema bêje gund hemû li dîwanê kom dibin. Lê belê divê demê de her ku diçe dengbêjî dihele û çanda dengbêjiyê tê kuştin. Sedema yekemîn jî pêşketina teknolojiyê û muzîka nûjen e. Dengbêjiya ji beriya 50 salî nayê dîtin û her ku diçe winda dibe."

'QEDRÊ DENGBÊJAN BERÊ ZÊDETIR BÛ'

Dengbêj Kapçak anî ziman ku di navbera dengbêjiya îro û ya berî de ferqek gelek mezin heye û wiha got: "Berê derfet û amûrên ragihandinê nebûn lê bi ya min civaka berê  zêdetir giringî û piştgirî didan dengbêjan. Di nav civakê de rêzek taybet ê dengbêjan hebû. Cihê wan diyar bû û ew jî di nava mezin û rîspiyan de dihatin dîtin. Ew dengê hest, hizir û wîcdanê xelkê bûn. Di roja îro de dengbêjî dihele diçe. Ez bang li tevahiya civaka Kurd û dengbêjan dikim xwedî li dengbêjiya Kurdî derkevin û çanda dengbêjiyê biparêzin."