‘Dengbêjî dîroka zindî ye’

Dengbêj Mehmet Tanriverdî dibêje divê civak xwedî li dîroka xwe ya zindî, dengbêjiyê derkeve û anî ziman ku tenê bi xwedîderketinê em dikarin dîroka xwe û çanda xwe ji nava lepên qirkirina çandê xilas bikin. 

Dengbêjî kevneşopiyeke hunera xwendina kilamên gel a bi Kurdî ye. Gelê Kurd her tim çîrok, destan û kêfxweşiyên xwe bi şêwaza “deng” an jî “gotinan” vegotiye. Gelên Kurdistanê her tim ji aliyê dagirkeran ve an bi komkujiyan an jî koçberiyê re rû bi rû hatine. Ji ber zilim û zextên dagirkeran her tim “nivîs” û “pirtûk” li nava civaka Kurdan gelek kêm hebûye û heta niha jî li gelek herêman Kurd li quntarên zinar û çiyayên asê dijîn. Dengbêjên Kurd ên nemir her tim li hemberî hemû astengî û hewldanên asîmîlasyonê di parastina çanda xwe de bi ser ketine û dîroka Kurdan ya ne nivîskî bi awazên xwe yên xweş vegotine û zindî hiştine. Dengbêj Mehmet Tanriverdî (70) ango bi navê xwe yê tê naskirin Mihemedê Neniyasî dibêje dengbêjî dîroka zindî ya gelê Kurd e.

Li bazara otantîk li galeriya hunerê ya li navçeya Sûr a Amedê em rastî dengek têr û tijî ku pelên guhê mirovan vedike hatin. Çawan ku em ketin hundir li pêşberî me dengbêjekî 70 salî yê bi navê Mehmet Tanriverdî (Mehmedê Neniyasî) hatin. Dengbêj Tanriverdî jî kilama xwe ya li ser navçeya Sûrê çêkiriye bi dengê xwe yê xweş diqîre. Em li aliyê rastê yê dengbêj rûniştin û me guhdar kir. Piştî kilama Tanriverdî qediya û xêrhatina me kir û me jêre got, em ji Ajansa Nûçeya a Firatê (ANF) hatine bi dilekî germ em pêşwazî kirin û em li ser dengbêjiyê axivîn.

‘JI BAVÊ XWE BANDOR BÛM’

Tanriverdî dibêje di 6 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê kiriye û wiha axivî: “Bavê min dengbêj bû, dema ez zarokbûm her tim bavê min li malê û dîwanên dengbêjan kilam digot. Ez gelek ji bavê xwe bandor bûm û piraniya kilamên ez dibêjim jî yên bavê minin. Ev mirat ji bavê min ji min re maye û ez heta dawiyê vî miratî bidim jiyîn. Ez dikarim dengbêjiya hemû herêman bêjim. Ti ferqa herêma Amed, Pişêrî û Serhedê nake dikarim bibêjim. Lê belê piranî kilamên min yên herêma Amedê ne.”

‘DENGBÊJÎ WÊJEYA KURDÎ YE’

Tanriverdî diyar kir ku dengbêjî wêjeya Kurdan e, ji alimên medresan û vir de kesên dîrok zindî hêla ne dengbêjin. Tanriverdî bilêv kir ku heger dengbêjî tine baya wê me zimanê dayika xwe jî nezanîbaya û wiha pê de çû: “Dengbêjî dîroka Kurdan zindî dike, nahêle dîrok û ziman were jibîr kirin. Lê belê ji ber zilma li ser gelê Kurd û dengbêjan, dengbêjî pêşnakeve û dagirker dixwazin dîroka zindî vemirînin.”

‘DIVÊ CIVAK LI DIJÎ QIRKIRINÊ DERKEVE’

Dengbêj Tanriverdî bertek nîşanî hunermendên kilamên dengbêjiyê distinin û bi şêwazek din dibêjin da û ev tişt: “Gelek hunermend an jî stranbêj, kilamên denbêjiyê girtîne û ji wateya wê derxistine. Kilam wate û meqama wê guherandine û civak jî ji vê yekê re bêdenge. Divê civak li dijî qirkirina wiha ya çandê derkeve. Tenê bi xwedîderketinê em dikarin li dîroka xwe û çanda xwe ji nava lepên qirkirina çandê xilas bikin.”

‘LI SER KOBANÊ Û SÛRÊ KILAM’

Tanriverdî got, zêdetirî 20 kilamên wî bi xwe yên dengbêjiyê jî hene û wiha got: “Ji xwe piraniya kilaman yên bavê minin, lê belê zêdetirî 20 kilamên min bi xwe hene. Min kilam li ser Kobanê çêkiriye. Dema ku çeteyên hovane di sala 2014’an de êrîşî xaka Rojavayê Kurdistanê kir û şervanên azadiyê bi berxwedanek bê hempa DAIŞ têkbir. Min jî li ser Kobanê kilama dengbêjiyê got. Dîsan kilamek min li ser Sûra Amedê heye. Dema hêzên dewletê bi awayek hovane êrîşî Sûra me kir û hemû navçe hilweşandin. Min li ser Sûr a Amedê jî kilamek dengbêjiyê got. Ez xwendin û nivîsandinê nizanim lê belê hemû kilamên ez çêdikim ez di mejiyê xwe de çêdikim û qeyt dikim.”
 
DENGBÊJ MEHMED TANRIVERDÎ KIYE?

Dengbêj Mehmet Tanriverdî di sala 1947’an li gundê Neniyasê yê girêdayî navçeya Lice ya Amedê hatiye dinyayê. Di sala 1969 jî bi malbata xwe re li navçeya Sûrê bi cîh bûye û di sala 1990’an de jî ji ber zextên dewletê gundê wan ji aliyê leşkeran ve hatiye valekirin û tevahiya ferdê malbata wan koçî Amedê dikin.