Dengbêj Fadilê Cizîrî jiyana xwe ji dest da

Dengbêj Fadilê Cizîrî yê ku dengbêjekî sereke yên Botanê bû, jiyana xwe ji dest da.

Dengbêjê herêma Botanê, Fadilê Cizîrî jiyana xwe ji dest da.

Fadilê Cizîrê yê ku bêtir bi klama ‘Heyran Jaro’ dihat naskirin, vê sibehê li Cizîra Şirnexê jiyana xwe ji dest da. Cizîrî yê ku bi salan e li dijî nexweşiya Parkînsonê têdikoşiya, beriya ku wî bigihînin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Seyîd Fadilê Cizîrî di sala 1962’an de li gundê Salatûnî yê Silopiya Şirnexê ji dayîk bû. Ji dayîka xwe Sêvê hînî dengbêjiyê bû û di 14-15 saliya xwe de li dîwanên dengbêjan cih girt.

Cizîrî di sala 1992’an de li şaredariya Cizîrê dibe zabita. Piştî ku malnişîn bû dîsa vegeriya dengbêjiyê. Piştî ku kurê wî Cemal Ergul di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, ji ber nexweşiya xwe ya parkînsonê nikare wekî berê klaman bistrê.

Di berxwedana xwerêveberiyê de kurê wî Mûrat Ergul jî jiyana xwe ji dest dide.

Cizîrî yê ku ji ber êşa zarokên xwe, nexweşiya wî girantir bûbû û demeke dirêj bû ji malê dernediket derve.