Ciwanên Kurd 21’ê Cotmehê li Bergîsh Gladbachê wê werin cem hev

Ciwanên Kurd ên ku li Ewropayê dijîn 21’ê Cotmehê li Bergîsch Gladbach a Elmanya wê werin cem hev.

Pevgihîna Ciwanên Ewropayê û Şahînet bi dirûşma ‘’Rêxistinî bibe û azad bibe’’ 21’ê Cotmehê Yekşemê li Bergîsch Gladbacê wê pêk were.

Şahînet ku saet 11.00’an li hêwana ‘’Saal 2000’î wê dest pê bike, wê ciwanên Kurd ên li Ewropa bîne cem hev.

Di şahînetê de ciwan wê ya xwe bibÊjin, her wiha tê payin ku hunermend Rotînde jî derkeve ser dikê.