Cîhana veşarî 'Kevirên bi şîfa'

Cîhana veşarî 'Kevirên bi şîfa'

Kevirên bi qîmet an jî kevirên xwezayî, bi gotinek din kevirên bi şîfa; ne tenê kevirên ku em dizanin in. Her roj gelek caran wekî tizbî di destê me de an jî wekî gerdanî di stuyê me de, em van keviran dibînin. Hinek ji van ‘yaqut’ e, kijan zimrut an ‘akîk’ yan jî kevirê ‘oltû’ ye. Lê tişta ku herî kêm tê zanîn jî ew e ku ev kevirên tên gotin bandorek li ser tenduristiya mirovan jî dike û ji bo gelek nexweşiyên wekî stres û esabiyetê baş in.

Di mîtolojiya Yewnan, Misira Kevnare, Roma, Hindû, Sumer, Babîl û Asurê de jî ev kevir tên karanîn. Ji bilî vê behsa van keviran û feydeya wan di Qurana pîroz û gelek nivîsarên mîtolojîk ên din de jî tên kirin. Di Quranê de gelek cihan bi zelalî behsa kevirên wekî ‘Dur (mirarî)’, ‘Mircan’ û ‘Yaqûtê’ tê kirin. Her wiha di Quranê de, ‘Dur, ‘Mircan’, ‘Yaqût’ ‘Zebercet’ û ‘Zimrûd’ wekî kevirên ‘Cinetî’ tên binavkirin. Dîsa Mihemet pêximber.) di gelek hedîsên xwe de li ser başiya van keviran sekiniye.

TEWRAD JÎ BEHSA KEVIRAN DIKE

Dema mirov mêze Tewradê jî dike wekî Quranê rastî gelek behsên der barê kevirên bi şîfa tên. Di Tewradê de dema kincê Hz. Harûn tê rawekirin, tê gotin ku kincê wî bi kevirên Yaquta sor, Topaz, Zimrûd, Fîrûze, Lapîs Lazulî, Kevirê Hîvê, Safîra kesk, Akîk û Ametîsê hatiye xemilandin.

KEVIRÊN BI ŞÎFA JI MÎNERALAN PÊK TÊN

Ji bo em van keviran baş nas bikin divê pêşî mîneralan baş nas bikin. Lewra mîneralên ku di zebze û fêqî de çi bandorê li ser tenduristiya mirovan dike, mîneralên di hundirê keviran de jî heman bandorê li ser tenduristiyê dike.

KEVIRÊN HERÎ ZÊDE TÊN NASÎN Û TAYBETIYÊN WAN

Di roja me de nêzî 50 kevirên bi qîmet wekî mucehver û tiştên zînetê tên bikaranîn. Hinek ji van jî ji bo çêkirina tezbihê tên bikaranîn. Ji van hin kevirên ku gelek tên nasîn û taybetiyên wan wiha ne.

ELMAS: Elmas, ji demên herî kevnare heta niha wekî kevirê herî bi qîmet tê nasîn û madena herî hişk ya di xwezayê de ye. Wekî sembola evîn û wêrekiyê hatiye sembolîzekirin. Tê gotin ku Elmas mirovan tîne li ser xeta jiyana bi exlaq û ji bo durustiyê gelek baş e. Elmas herî zêde li Awusturalya, Efrîqeya Başûr, Amerîkaya Başûr, Endonezya û Hindistanê tê derxistin.

YAQÛTA ŞÎN (Safîr): Safîr ku yek ji kevirên herî bi qîmete jî ji bo dil û gurcikan gelek baş tê. Di warê psîkolojîk de jî baweriyê bi hêz dike û baweriyê dide mirov. Herî zêde Burma, Srî Lanka û Hindistanê tê derxistin.

YAQÛT : Kevirekî ku gelek cureyên wê hene ye. Tê gotin ku ev kevir jî li hemberî nexweşiyên esebiyetê mirovan diparêze û enerjî dide mirovan. Piştî Elmasê kevirê herî hişk Yaqût e. Yaqûta herî baş li Tayland û Burmayê peyda dibe.

ZIMRÛD: Ji ber rengê xwe ya kesk wekî sembola bereket, zayînê û baranê hatiye sembolîzekirin. Tê gotin ev kevir ji bo êşa çavan û enfeksiyonê jî baş tê. Li gelek deverên cîhanê ev kevir tê derxistin lê zimrûdên herî bi qedir û qîmet li Kolombiyayê tê derxistin.

HEQÎQE :Kevirê oxir û bereketê. Lez dide gerandina xwînê. Sembola jî û temenê dirêj e. Tê gotin ji bo aramiyê jî ev kevir baş e. Piranî li Çîn, Îtalya, Madegaskar, Meksîka, Misir, Almanya, Hindîstan, Brezîlya û Ûrugayê tê derxistin.

KEHRÎBAN (Kehrîbar): Ji benîştê daran çêdibe. Fosîlê reçîneyê dibe kevir û Kehrîban pêk tê. Çavkaniya vê kevrê benîştê daran e. Tê gotin ku ev kevir ji nexweşiyên Guatr, astim, bronşît û alleriyê re baş tê. Gelek kes ji bo siûda wan baş biçe van keviran bi kar tînin. Her wiha ev kevir li gor gotinê kezebê jî paqij dike. Li her derê cîhanê gelek cureyên Kehrîbanê peyda dibin.

FIRÛZE (Firuze-): Taybetiya wê ya jehrkujiyê heye, wekî kevirê siûdê tê nasîn. Dîsa ev kevir ji bo tansiyonê jî baş e. Ev kevir piranî li Îranê peyda dibe û bi rengê xwe yê hêşîn hîsên xweş dide mirov.

DUR (Mirarî) : Di hundirê Îstîrîdye û hin heywanên behrê de derdikeve. Bi rengê spî ye û behrên germ yên wekî Derya Sorû Awusturalyayê tên peydakirin. Ji ber ku hilberîna wê gelek zehmete, kevir pir bi qîmete. Durên herî mezin û baş li Girava Seylan, Kendava Besra û Derya Hîndî ya Başûr tên derxistin.

MIRCAN (Mercan): Ev kevir jî hem ji bo nexweşiyên nefesê û nexweşiyên rû baş tê. Piranî rengên penbe, sor û spî tên peyda kirin. Ev kevir jî wekî sîmgeya siudê tê bikaranîn.