Cenazeyê Dayika Mezlûm Dogan Kebîre Dogan spartin axê

Cenazeyê Dayika Mezlûm Dogan Kebîre Dogan li gundê Teman a navçeya Mêzgêr spartin axê. Bi sedan kesên ku Hevserokê KCD Bedran Ozturk û parlemeterên HDP’ê jî di nav de yên ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin xwegihandin gund û tevlî merasîmê bûn.

Dayika Mazlûm Dogan Kebîre Dogan (94) li gundê Teman ê navçeya Mêzgêr ya Dersimê spartin axê. Hevserokê Kongreya Civaka demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlementerên HDP'ê Mûsa Farisogûllari, Erdal Aydemîr, Omer Ocalan û rêxistinên HDP'ê û DBP'ê yên Amed, Xarpêt, Çewlîg, Riha û navçeyên wan, Komeleya Elewiyan a Demokratîk, rêveberên Komeleya 78'an û bi sedan welatî tevlî merasîma cenaze bûn.

Leşkeran ji danê sibehê ve têketin û derketina gundê Gomanê bi wesayîtên zirxî girtin. Bi sedan kesên ji bo merasîma cenaze hatin, nasnameyên wan hatin kontrolkirin. Parlementerên HDP'ê û bi sedan welatiyên xwestin tevlî merasîmê bibin, 15 kîlometer dûrî gund ji aliyê leşkeran ve hatin sekinandin û astengkirin. Leşkeran îdîa kir ku li ser rê bombe hatine bicihkirin û Walîtiya Dersimê ji bilî xizmên Doganê nehiştiye kes tevlî merasîma cenaze bibe.

PARLEMENTER DI ŞIVERÊYAN DE BERÊ XWE DAN GUND

Li ser vê parlementer û bi sedan welatî di şiverêyan de berê xwe dan gund û piştî 2 saetan gihan gund. Her wiha destûra xwarina ji bo mêvanan ji Qereqoçaxa Xarpêtê anîn jî nedan û xwarin paş ve hat şandin.

‘DAYIKA GORÎ’

Merasîma cenaze ya Kebîre Dogan li ber mala wê hat kirin. Paşê keça wê Arîfe Yildirim axivî û got: "Diya min 2 zarokên xwe di têkoşîna azadiya kurd de winda kir. 94 salan bi êşa zarokên xwe jiya. Pir girêdayî hevalên kurê xwe bû. Hevalên Mazlûm û Delîl ji wê re digotin 'dayika gorkî'. Dayika min pir dilbirehm û xêrxwaz bû. Hezkirineke wê ya mezin ji bo têkoşîna ku zarokên wê di oxira wê de çûn hebû."

‘DAYIKA BI MILYONAN MAZLÛMAN BÛ'

Piştre jî Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk, anî ziman ku sedena astengkirina wan ji ber ku Kebîre dayika Mazlûm Dogan e. Ozturk got: "Dayika Kebîre tenê ne dayika Mazlûm Dogan, dayika bi milyonan mazlûman bû. Mazlûm Dogan li Girtîgeha Amedê vê feraseta dewletê şermezar kiribû. Bi gotina 'Berxwedan Jiyan e' ji me re hişt. Ji bo em tevlî merasîma cenazeyê dayiak Kebîre nebin rêya me girtin. Lê ji bo em xwedî li cenazeyê dayika xwe derkevein me zor û zehmetî dan ber çavên xwe û em hatin."

Ozturk, anî ziman ku Leyla Guvenê mîrateya Mazlûm Dogan a li Girtîgeha Amedê dewr girtiye û got: "Leyla Guven li hemberî faşîzmê bi greva birçîbûnê li ber xwe dide. Gelê me tu carî çok danenî û wê daneyne jî."

Piştî axaftinan Kebîre Yilmaz li cem hevjînê xwe Kazim Dogan hat veşartin.