Cejna Zimanê Kurdî li Parîsê hate pîrozkirin

15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li paytexta Fransa Parîsê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Parîsê hate lidarxistin û çîrokên bi Kurdî ji zarokan re hatin gotin.

Hunermendê Kurd Silêman Çarnewa tevî koroya zarokan stranên bi Kurdî gotin.

Akademîsyen Kurdolog Îbrahîm Seydo Aydogan bal kişand ser girîngiya axaftina bi Kurdî li her qada jiyanê û got, "Rewşa Kurdî ya li welêt li aliyekî, di nava Kurdên dîasporayê de em dibînin ku weke zimanekî civakî ji aliyê nifşên nû ve hatiye axaftin. Bi çalakiyên bi vî rengî, bi çîrok, stran û lîstikên nûjen ên bi Kurdî re em dikarin bala zarokên xwe bikişînin.

Bikaranîna zimanê Kurdî li her qada jiyanê, ji bo xwedîderketina li doza Kurdî, wezîfeyeke gelekî girîng e. Bi taybetî dewamkirina çand û bîra Kurdîtiyê, her wiha parastina wan, bi bikaranîn ziman dibe. Halbûkî em parçeyekî vê bîrê her roj ji dest didin. Ji ber ku nifşên nû bi Kurdî naxive.

Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji sala 2001'ê û vir ve banga 'Her mal divê bibe dibistaneke Kurdî'. Pêwîste em vê bangê careke din bikin û weke kampanyayeke civakî û siyasî belav bikin."