Bob Dylan Xelata Wêjeyê ya Nobelê bêbersiv hişt

Bestekar û stranbêjê Amerîkî Bob Dylan hêjayî Xelata Wêjeyê ya Nobedê hat dîtin. Lê belê tevî ku rojek di ser re derbas bûye jî, stranbêjê navdar li ser vê mijarê qet naxiviye.

Akademiya Swêdê, Bob Dylan hêjayî Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya 2016'an dît. Sekretera Giştî ya Akademiyê Sara Danîûs da xuyakirin, ku ji ber "Di çarçoveya kevneşopiya mezin a muzîkê ya Amerîkayê de, şêweyên nû yên helbestî afirandiye" wan Dylan hêjayî xelatê dîtine. Biryara akademiyê roja 13'ê Cotmehê hat eşkerekirin. Ev xelat bi rengekî surprîz hat dîtin. Ji ber ku Akademiya Swêdê ji dema damezrandina xwe û vir ve cara yekê ye Xelata Wêjeyê dide stranbêjekî.

Di ser eşkerekirina xwediyê xelatê re 24 saet derbas bûn, lê hê jî Bob Dylan daxuyaniyek nedaye. Akademiyê diyar kir, ew nikarin xwe bigihînin stranbêj.

Halbûkî Bob Dylan roja Pêncşemê li Las Vegasê konserek da. Lê belê li gorî AFP'ê, Dylan di konserê de li ser xelata Nobedê gotinek jî negot.

Li gorî nûçeya Washîngton Postê ku agahiyên xwe dispêre xizmên stranbêj, Dylan tevahiya rojê nexwestiye li ser xelatê baxive. Yek ji hevalên wî Bob Neûwîrth da xuyakirin, Dylan dibe ku ti carî ji bo vê xelatê spasiyê neke.

Xwediyên xelatê her sal di 10'ê Kanûnê de dawetî Stockholmê tên kirin û Qralê Swêdê bi merasîmekê xelata wan dide. Xwediyên xelatan jî li vir daxivin. Akademiya Swêdê nizane bê Dylan wê tevlî merasîmê bibe yan na.

Hêjayî gotinê ye, fîlozofê Fransayî Jean Paûl Sartre jî di sala 1964'an de dema hêjayî Xelata Nobelê hat dîtin, yekser ev xelat red kiribû.

Stranbêj Bob Dylan ê bi eslê xwe Yahûdî ye, di meha Gulanê de albûma xwe ya 37. derxist.