Bi hezaran kesan Erdogan û Trûmp protesto kirin

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye, serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan û serokê DYE’yê Donald Trûmp ji aliyê hezaran kesan hatin protestokirin.

Ji ber salvegera bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekemîn li Parîsê merasîmek hate lidarxistin û rêveberên 70 welatan tevlî merasîmê bûn. Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê DYE’yê Donald Trûmp û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî di nav wan de cih girtin.

Li hemberî Erdogan û Trûmp li Parîsê bi hezaran kes daketin qadan. Çalakiya protestoyê li Qada Repûblîqûeyê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de Kurdan pankarta ‘Erdogan tu bi xêr nehatî’ hildan û ciwanên Kurdan jî bi alayên PKK’ê û bi sloganên ‘Azadî ji Ocalan re’ di çalakiyê de cih girtin.

 

Endama Tevgera Jinên Kurd a Fransayê Bêrîvan Firat li vê derê axivî û got ku, “Gelekî şerm e  ku dîktatorekî ku hemû polîtîkaya xwe li ser qirkirina Kurdan ava kiriye, bi hêsanî were Fransayê. Ev şerma Ewrûpa û Fransayê ye.”

Li ser bîrdariyeke li qadê pankarta ‘Trûmp=Şer’ hate daliqandin.

Beriya vê mîtînga li vê derê sê endamên tevgera Femenê li pêşiya konvoya Trûmp çalakiyek li dar xistin. Her sê endamên Femenê hatin destgîrkirin. Rêxistina Femenê ya Fransayê bal kişand ser Erdogan, Trûmp û Pûtîn û got ku, “Sûcdarên şer, hûn bi xêr hatin.”