Bi 'Happy End' dixwaze cara sêyemîn 'Palmiya Zêrîn' werbigire

Fîlmê dawî yê Mîchael Haneke 'Happy End' li Cannesê hate nîşandan. Haneke ku di vî fîlmî de balê dikişîne ser pirsgirêkên penaberan, dixwaze cara sêyemîn xelata 'Palmiya Zêrîn' bi dest bixe.

Festîvala Fîlman a Cannesê ya Navneteweyî ya 70. dewam dike. Di festîvalê de, ku gelek fîlmên cuda ji bo bidestxistina xelata 'Palmiya Zêrîn' li ber xwe didin, derhênerên navdar derketin pêşberî temaşeker û kamerayan. Bêguman di nava van de yê herî girîng jî, yek ji navdarên sînemaya Ewropayê Mîchael Haneke yê 75 salî yê ji Awûstûryayê ye.

Haneke, ku fîlmên wî heta niha gelek caran li Cannesê hatin nîşandan, bi fîlmên bi navê 'Band a Spî' û 'Eşq'ê xelata 'Palmiya Zêrîn' bi dest xist. Fîlmekî wî yê nû jî li Cannesê tê nîşandan. Haneke di vî fîlmî de, bi lîstikvanê navdar Jean Loûîs Trîntîgnant ku di fîlmê 'Eşq'ê de bi hev re xebitî û lîstikvan Îsabelle Hûppert dewam dike. Navê fîlm çi qasî 'Happy End' jî be, li gorî Haneke di sînemayê de 'Dawiya bi kêf' nîne. Haneke di hevpeyvîneke xwe de got, 'Heta ku temaşeker bixwaze, ez ê jî fîlman bikişînim'.

Fîlmê dawî yê Haneke 'Happy End' mîna fîlmên wî yên din qala meseleyeke civakî dike. Pirsgirêka penaberan a li ser sînorê Fransa û Îngilîstanê radixe pêş çavan. Lê belê Mîchael Haneke bi nêrîneke cuda vê mijarê nîşan dide.

Fîlmê ku namzetê xelata 'Palmiya Zêrîn' e, yek ji fîlmên favorîn e ku di lîsteya rexnegiran de cih girtiye.

Derhênerê Yewnan Yorgos Lanthîmos, ku di sala 2015'an de bi fîlmê 'The Lobster' ji bo wergirtina xelatê li Cannesê li ber xwe da, vê carê bi fîlmê xwe yê duyemîn ê bi navê 'The Kîllîng of a Sacred Deer' di beşa pêşbirkê de cih digire.

Derhênerê Fransî Robîn Campîllo jî, bi fîlmê xwe yê bi navê '120 Battements par mînûte' li kûlîsan navê wî derdikeve pêş.

Di roja 7. a Cannesê de, ku îsal 3 derhênerên jin ji bo wergirtina xelatê li ber xwe didin, fîlmê derhênera Japon Noamî Kawase yê bi navê 'Radîance' hate nîşandan. Ev fîlm jî ji aliyê hin derdoran ve weke fîlmê herî baş ê festîvalê hate binavkirin.

Fîlmê 'The Beûîled' ê Sofîa Coppola jî îro tê nîşandan, ku di vî fîlmî de qala şerê navxweyî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka tê kirin.

Li Cannesê fîlmekî din ê balkêş îro tê nîşandan. Navê fîlm jî 'Demons În Paradîse' ye, ku ji aliyê derhênerê Tamîllî Jûde Ratman ve hatiye amadekirin. Di fîlm de qala serdestgirtin û komkujiya Srî Lankayê li Tamîlan kir, tê kirin.