Bi dîroka xwe em ê li dijî dagirkeriyê bin

‘’Dewleta Tirk êrîşê bi ser dîrok, bîr, hiş, nasname û çanda Efrînê de dibe. Em ê bi dîrok, çand, bîra xwe li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. Em dixwazin ku NY tevbigere.’’

Hewldana dagirkeriya li ser Efrînê  kete roja 15’an, dewleta Tirk a mêtinger bi balafirên şer êrîşê bi ser dîrok û çanda Kurdistanê de dibe. Heta niha gelek qadên dîrokî û arkeolojîk bi bombeyan hatin tinekirin, Perestgeha Ayn Dara ku bi dîroka 3 hezar salan e hema hema bi temamî hate tinekirin.

Hevserokê Konseya Parastina Berhemên Dîrokî yê Kantona Efrînê Hemîd Nasir got, êrîşa dewleta Tirk a li ser qadên dîrokî qirkirina çandî û êrîşa  li ser bîrê ye.

ÊRÎŞA LI SER NANAME, BÎRÊ YE

Nasir diyar kir ku di bombekirinana de bi zanebûn qadên dîrokî kirine hedef û got, ‘’Dewleta Tirk êrîşê bi ser dirok, bîr, hiş, nansname û çanda Efrînê de tîne.’’

Nasir diyar kir ku dewleta Tirk sûcê mirovahiyê die kû got: ‘’Dîroka me tê kavilkirin û talankirin. Dîroka 3 hezar salî tê tinekirin. Ji 27’ê Çile ve êrîşa li ser avaniyên dîrokî bi rengekî sîstematîk didome.’’

EM Ê BI DÎROKA XWE LI BER XWE BIDIN

Di serî de NY, Nasir bang li saziyên navnetewî kir û got:’’Armanca sereke ew e ku Kurdan ji holê rakin, dixwazin qira dîrokê bînin. Em dibînin ku li Başûrê Kurdistanê jî mekanên dîrokî têne tinekirin. Tişta ku li Başûrê Kurdistanê hatiye kirin îro tê xwestin ku li Efrînê jî were kirin. Ev tinekirina Kurdan dikin armanca xwe. AKP tişta ku li Bakurê Kurdistanê kirî niha dixwaze li Efrînê dubare bike. Heskîf tê tinekirin. Em ê bi dîrok, çand, bîra xwe li dijî dagirkeriyê rawestin. Ne dikarin Efrînê û ne jî dikarin dîroka me tine bikin.’’

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka