Bi çavê zarokên Qendîlê hovîtiya Erdogan

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi fermana Erdogan rojane gundên herêmên çiyayî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin. Ew jî bûye sedem ku wêneyê hovîtiyê yê dewleta Tirk û Erdogan li ber çavê zarokên herêmê çêbibe.

Di dîmenê ku ji aliyê mamostayê dibistana gundê Bokrîskanî yê Binarê Qendîl Şemal Şêxe ve hatî kişandin de xuya dike ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker roja 13’ê Mijdara 2018’an bombeyan li herêmê dibarîne. Di dîmen de xuya dike ku xwendekar dema dersê dibînin bombe nêzî 200 metreyan nêzî wan dikeve.

Di dîmenê hatî kişandin de zarokên dibistanê digrîn û di nava tirsek mezin de ne. Di heman demê de metirsiyek mezin li ser jiyana wan heye û mamoste Şêmal Şêxe ji xwendekaran re diaxive û dersê didomîne.

Têkildarî mijarê mamoste Şêmal Şêxe ji ANF’ê re axivî û wiha got; "Seat 10’ê rojê bû di dema dersê de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Bokrîskanî yê Binarê Qendîl barandin. Bombebaran tenê 200 metreyan ji dibistana gund dûr bû. Ji ber vê jî xwendekarên biçûk gelek tirsiyan."

Şêmal Şêxe diyar kir ku bi vê bombebaranê re wêneyê hovitiya Erdogan û dewleta Tirk di mejiyê xwendekaran de bicih bûye û wiha domand; "Bombebarana artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Binarê Qendîl şermezar dikim. Li dijî faşîzma Tirk em ê zarokên xwe bi xwendinê perwerde bikin. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker nikare perwerdeya zarokan rawestîne û em ê têkoşîna xwe bidomînin."