BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 31'Ê DE YE

Berxwedana Serdemê ya li Efrînê di roja 31'ê de ye. Şervanên YPG/YPJ'ê duh li gelek cihan li hêzên dagirker xistin. Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê jî ragihand ku hêzên dagirker çeka kîmyewî bi kar anîne. Şer û bomberdûman dewam dike.

23:04

Artêşa Tirk a dagirker  bi çeteyên xwe ve topan li gundê Keferşile,  çerxerêya Cindirês û taxa Mahmudiye ya navenda Efrînê dibarîne.

22:45

MSD a ku bikaranîna çekên kîmyawî ya ji aliyê dewleta Tirk a li Efrînê lenet kir, bang li hêzên navneteweyî kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyawî divê bikevin nava tevgerê.

21:39

Artêşa Tirk a dagirker ji saet 19:30’an ve bi helîkoperên tîpa Kobra  gundê Hekîçe yê girêdayî navçeya Şiye, gundê Aqile û Senare yên navçeya Cindirêsê yên Efrînê topbaran dike.

20:07

Artêşa Tirk a dagirker piştî kû top li ser gundê Zormixarê ya dikeve rojavayê Kobanê barand û şûnde, niha jî li ser gund re balafirên keşfê yên bê mirov difirin…

19:37

Va ye  cihên ku dewleta Tirk lê zarok qetil kirine...

ANF’ê xwe gihand cihê ku zarok lê hatin qatilkirin.

 

19:06

Şervanên YPG`ê li derdora gundê Hupka yê girêdayî navçeya Raco derbeyên giran li artêşa Tirk û çeteyên wê da, di şer de 20 leşker û çete hatin kuştin.

18:23

Bi hezaran kesê ji bo piştgiriyê bidin Berxwedana Serdemê ya Efrînê ji helebê ketin ser rêya Efrînê, bi dirûşma “Bijî Berxwedana Efrînê” hatin pêşwazîkirin.

17:34

Di encama bombebarana artêşa Tirk a li ser gudnê Derwêş a Meydankê de welatiyê bi navê Rustem Ehmet Cuda (41) salî şehîd bû.

Di ecama topbarana artêşa Tirk a ji sibehê ve li ser herêma Efrînê de heta niha 2 sivîl şehîd bûn, 8 sivîl jî birîndar bûn.

17:19

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Derwêş ê navçeya Meydankê de, welatiyê bi navê Rustem Ehmed Cûma (41) şehîd bû.

16:50

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawîn ên li Efrînê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Racoyê 7 leşkerên Tirk hatine kuştin û hêzên dagirker topan diavêjin gundê Basûtê. Hate diyarkirin ku li gund şehîd û birîndar hene.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

NAVENDA EFRÎNÊ

Dema ku şandeyên gel ji bajarê Helebê gihîştin bajarê Efrînê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê navenda bajarê Efrînê bi çekên giran topbaran kirin û piraniya topan li taxên Turnidê û Eşrefiyê ketin.

RACO

Artêşa Tirk a dagirker a çeteyên girêdayî wê duh saet di 15:00’an de navenda Reco bi topan kirin hedef û topbarana dagirkeran heta saetên derengiya şevê dom kir.

Li gundê Bilêlka û derdora wê şevê din di navbera şervanên me û dagirkeran de şer çêbû. Di encama vî şerî de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin. Piştre şer berfirehtir bûn û derbasî gundê Hecîka jî bû. Dagirkeran di heman demê de qada şer topbaran dikir. Topbaran heta saetên derengiya şevê dom kir.

ŞERA

Şevê din saet di 19:00’an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê Elkê kirin hedef û topbarana dagirkeran heta saetên derengiya şevê dom kir.

Ji şevê din heta dema amadekirina vê raporê tevgera balefirên dagirkeran li aliyê gundê Dêrsiwanê heta Keleha Nebî Horî û li ser gund û bendava Meydankê berdewam bû. Di heman demê de li aliyê Keleha Nebî Horî di navbera şervanên me û dagirkeran de şer çêbû û şer hê jî didome.

CINDIRÊSÊ

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê gundên nêzî sînor ên navçeya Cindirêsê bi çekên giran kirin hedef û tevgera balefiran jî bê navber berdewam bû. Di heman demê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şer çêbû û heta dema amadekirina vê raporê li heman deverê şer didomiya.

MABETA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi çekên giran navenda navçeya Mabeta û gundên derdorê kirin hedef.

ŞÊRAWA

Navenda navçeya Şêrewa Basûtê û gundên derdorê bû armanca hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê. Di encamê de piraniya wan jin û zarok bin, şehîd û birîndar hene.”

 

16:35

Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên bi ser gundên navçeya Şiye ya Efrînê ve zêde kirin. Li gorî agahiyên ji herêmê, li gundên Hekiçe û Mervaniyeyê di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û artêşa Tirk a dagir ker de şer giran e.

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer gundên navborî yên li herêmê bombebaran dike.

Şerê li herêmê didome..

16:21

Li gundên Hêkiçê û Merwaniyê yên Şiyê şerekî giran heye.

16:15

Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî gundê Zormixar yê dikeve rojavayê  Kobanê dike.

16:04

Dewleta Tirk a dagirker bombe li zarokên dilîstin barand -NÛ BÛ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên careke din êrîşî sivîlan kir. Li gundê Basûtê yê navçeya Şerawa ya Efrînê, ji ber topbaranê Heyva Mihemed Kelho ya 13 salî şehîd bû, 10 sivîl jî birîndar bûn ku 7 jê zarok in. 

Eşkere bû ku dema zarokan li derve ji xwe re dilîstin, artêşa Tirk a dagirker bombe li wan barandiye.

Navê birîndaran:

Dilber Kelho (13), Mihemed Ziyad Nebi (9), Henan Mihemed Kelho (11), Şivan Xelil Kelho (7), Xelil Nebil Kelho (42), Jinav Ziyad Kelho (8), Ava Xelil Kelho (11), Dijwar Nezmi (8), Basil Cuma Omer (27), Rami Cuma Ebdulah (28).

15:59

Fermandarê Artêşa Şoreşgeran: Gelê Efrînê bi ser ket

Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Hecî Ehmed geşedanên li Bakurê Sûriyeyê ji ANF’ê re nirxand.

 

 

15:16

 

15:16

 

14:57

 

14:48

ANHA'yê dîmenê bomberdûmana giran a artêşa Tirk a dagirker ku li Efrîn û derdora wê îro tê kirin, weşand.

 

14:24

Bomberdûmana giran a li ser Efrînê dewam dike

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker di roja 31'ê de ne. Artêşa Tirk tevî çeteyên xwe bi taybetî êrîşî cih û warê sivîlan dikin.

Bi top û obusan êrîş li navenda bajarê Efrînê, li taxa Tilinde û navçeyan tê kirin.

Tê gotin, ev êrîş bomberdûmana herî giran a rojên dawî ye.

13:47

 

13:39

 

13:26

Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst: Berê me li serketinê ye!

Tabûra Enternasyonalîst şervanên xwe yên şehîd bûne bi bîr anî û got, "Şik û gumana me ji serketinê nîne."

13:11

 

12:39

Va ye lîsteya çeteyên ku li Efrînê hatine kuştin

ANF’ê xwe gihand lîsteya çeteyên ku li Efrînê hatine kuştin. Li gorî lîsteyê di deh rojan de 103 çeteyên li ser nifûsa Helebê hatine kuştin.

 

11:53

Artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê topan diavêjin navçeya Şera. Her  wiha li derdora gundê Helubiye, Bendava  Meydanekê û derdora Kela Nebî Horî yên Şera şer dijwar e.

11:31

Balafirê şer bombeyan li navçeyên Efrînê dibarînin

Êrîşa artêşa Tirk  dagirker a li dijî cih û warê sivîlan ê li Efrînê dewam dike.

Balafirên şer ên Tirk bombeyan li derdora navçeyên Cindirêsê û Şera û gundên Dêreswane û Nebî Horî yên van navçeyan dibarînin.

Bomberdûmanê nîvê şevê dest pê kir û hê jî didome.

11:28

 

11:27

ANF'ê lîsteya çeteyên dema dawî li Efrînê hatin kuştin bi dest xist. Di nava rojê de wê were weşandin.

11:27

Nûnerên gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen ên li Helebê, ji bo piştgiriyê bidin berxwedana serdemê ya li Efrînê ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ-El Nûsrayê tê kirin, diçe Efrînê.

Girseya gel li Meydana Şehîdan a li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê li hev civiya û ber bi Efrînê ve bi rê ket.

11:27

https://anfkurdi.com/rojane/xaca-sor-we-ji-bo-efrine-li-girava-gotlande-calakiye-li-dar-bixe-93044

11:26

 

11:26

 

11:25