Berxwedana Efrîniyan di nava şert û mercên giran de dewam dike

Gelê Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar ma koç bike û li kampên li Şehbayê û xaniyên hilweşiyayî dimîne, di nava şert û mercên giran de li ber xwe dide.

Bi sedhezaran Efrîniyên ku ji ber êrîşên dagirkerî, qirkirin û talanê yên dewleta Tirk û çeteyên wê: El Nûsra, El Qaîde û OSO ji neçarî koçî Şehbayê kirin, di nava şert û mercên giran de ne.

 

 

Li herêma Şehbayê zêdeyî 170 hezar Efrînî û 80 hezar şêniyên Şehbayê bi xwe dijîn. Bi alîkariya rêveberiya xweser a Efrînê, qadên demokratîk ên Sûriyeyê û Kurd û dostên wan ên li Ewropayê hatin, li Şehbayê du kampên Serdem û Berxwedan hatin avakirin. Nêzî 2 hezar malbat li kampan dijîn. Wekî din bi hezaran Efrînî neçar mane li xanî, dibistan û mizgeftên hilweşiyayî bimînin.

KURDAN JI BO MIROVAHIYÊ ŞER KIRIN, LÊ ÎRO BI TENÊ HATIN HIŞTIN

Elîf Emer Sîdo ya ji Çeqela ya Efrînê ji ber êrîşan koçî navenda Efrînê kir û ji wir jî neçar ma berê xwe bide gundê Til Qerex û li xaniyekî hilweşiyayî bi cih bibe banga yekîtiyê li Kurdan kir. Elîf Emer Sîdo got, "Îro roja me ye. Bila rabin ser piyan. Me heta niha ji bo mirovahiyê şer kir, xwîna xwe rijand, xiyanet nekir. Me her tiştên xwe li pey xwe hişt. Her tişt ji bo şeref û namûsa me ye. Gelo dewletên cîhanê vê nabînin? Ewqas xwîn tê rijandin. Em wan şermezar dikin. Em alîkariyê ji kesî naxwazin. Em tenê dixwazin mafê gelê Kurd bidin wan. Bila xwîna şehîdan li erdê nemîne. Em Rêberê xwe dixwazin."

LI OTELAN LI KÊLEKA ERDOGAN RÛDINÊN Û BIRYARA KUŞTINA KURDAN DIDIN

Ebû Şivan ê ji heman gundî ye nerazîbûn nîşanî Kurdên noker dan ku di 'meclîsa efrînê' ya Erdogan û çeteyên wî de cih digirin. Ebû Şivan got, "Yên ku îro li otelên Stenbolê li kêleka Erdogan rûdinên û ji xwe re dibêjin 'em Kurd in', li Efrînê Kurdan dikujin, mal û jinên Kurdan difiroşin. Lenet li wan bê. Li otelan rûdinên û dibêjin 'em li dijî terorîzmê şer dikin'. Tu li dijî kê şer dike? Yên ku tu li dijî wan şer dike, dayika min e, xwişk û birayên min e, metka min e."

DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ HETA NIHA EM NEDÎTIN

Semîha Hiso ku li Efrînê mamoste bû, qala şert û mercên heyî kir: "Mercên koçberiyê zehmet in. Em zehmetiyan dikişînin. Bi taybetî di mijara nexweşiyan de zehmetî hene. Heta niha ti doktor nehatin. Ava paqij a vexwarinê nîne. Em bang li saziyên navneteweyî dikin. Heta niha em ji nedîtî ve hatin. Em çil milyon Kurd in, lê belê ew me nabînin. Tenê daxwazeke me heye, ew jî vegera li Efrînê ye. Li van gundên em lê dimînin, gelek mayinên ji ber DAÎŞ'ê mane hene. Her roj diteqin. Em nikarin bihêlin zarokên me bi serbestî derkevin derve."

HER ROJ DU, SÊ MAYIN LI GUND DITEQE

Mihemed Mûrad ku kurekî wî li Efrînê şehîd bû, ji gundê Çeqela koçî navenda Efrînê kiribû û niha li Şehbayê di nava şert û mercên giran de dimîne. Mûrad got, "Dema em hatin vir her der hilweşiyayî bû. Me gelekî zehmetî kişand. Bi derfetên xwe me hinekî ev der hev dan û em lê bi cih bûn. Lê dîsa jî kêmasî hene."

Efrîniyê bi navê Şaban jî işaret bi teqînên li gund rû didin kir û got, "Carna 2-3 caran teqîn dibe. Ji derve alîkarî ji me re nayê. Em gelekî zehmetiyan dikişînin." Şaban bal kişand ser zor û zehmetiyan û got, "Gelek tişt ji vî gelî re lazim e. Elektrîk nîne, ava vexwarinê kêm e. Bila li me temaşe nekin, bila bên û rewşê bibînin."

GEL BI ALÎKARIYA TÊ ÎDAREYA XWE DIKE

Evilqadir Gedo diyar kir, dewleta Tirk malên wan, gundên wan talan kiriye û got, "Em niha li gundê Til Qereh ê Şehbayê dimînin. Li vî gundî mayin hene. Ji ber teqîna mayinan gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Ancax bi alîkariya tê em îdareya xwe dikin."

Fûad Mûrad anî ziman ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man 3 caran koç bikin û wiha dewam kir: "Em tiştekî naxwazin. Tenê dixwazin li cih û warê xwe vegerin. Bang li dewletên navneteweyî dikim. Em dixwazin vegerin cih û warê xwe."

DAXWAZA YEKANE VEGERA LI CIH Û WARÊ XWE YE

Niyad Mihemed jî bang li komeleyên mafên mirovan kir û got, "Milyon û nîv mirov koç kirin, ji cih û warê xwe bûn. Divê li axa xwe vegerin. Em terorîst nînin. Yên terorîst ew in ku êrîşî me kirine û ji me re dibêjin 'terorîst'. Cihê ku em niha lê dimînin berê di destê DAÎŞ'ê de bû. Berî demeke kin hate rizgarkirin. Her der xera bûye û mayinkirî ye. He roj çend mayin diteqin. Em li vir perîşan dibin. Em dixwazin li cih û warê xwe vegerin."