Bersûcê kuştina du ciwanên li Qamişloyê hate girtin

Buroya têkoşîna li dijî sûcên organîzeyî ya Hêzên Asayîşê, li Qamişloyê operasyonek kir û bersûcê kuştina ciwanên bi navê Mazlûm û Cûdî girt.

Êvara Duşemê li taxa Xerbî ya Qamişloyê, cenazeyên du ciwanan hatibûn dîtin.

Buroya têkoşîna li dijî sûcên organîzeyî ya Hêzên Asayîşê li ser vê yekê dest bi lêpirsînê kir, û roja Sêşemê bersûc M.E.B. girt.

Asayîşê ragihand, ku lêpirsîn hê dewam dike û diyar kirin, ku cînayet piştî rûdana pirsgirêkekê di navbera ciwanan û bersûc M.E.B. de rû daye.