Berhemên Rojnamevan Zehra Dogan li Viyanayê hat nîşandan

Wêneyên şêwekar û rojnamevan Zehra Dogan a girtî ku çêkirî, li paytexta Avûstûralya Viyanayê hat nîşandan.

Pêşangeheke wêneyan a ji berhemên rojnamevan Zehra Dogan li paytexta Avûstûrya Viyanayê hat nîşandan. Berhemên ku gelek hovîtiyên dewleta Tirk a dagirker a li Newroza Amedê ku Kemal Kûrkût qetilkirî bigire heta gundiyên li Nisêbînê ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hatin êşkencekirin li xwe digire, ji aliyê saziya piştgiriya serlêdana bicihbûnê ya siyasî ku bi navê ‘Asyl in Not’ li Mala Çandê ya Viyana (Kunstlerhaûs) di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de hate nîşandan. Li pêşengeha ku wê heta 16’ê Adarê dom bike de, wê kartên ji aliyê kesên pêşengehê ziyaret dikin ve ji bo rojnamevan Zehra Dogan bên şandin.

JI BO BÎRANÎNA DAYIKA TEYBET FILMEK KURT HATE NÎŞANDAN

Li salona ku xwepêşandan hate kirin de, di axaftinên hatin kirin de bal hate kişandina ser hovîtiya dewleta Tirk a dagirker ên li bajarên Kurdistanê. Dîsa fîlmekî kurt ku bi navê “7 Roj û 7 şev” (7 gun ve yedi gece) ku têkildarî dayika Teybet a li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hate qetilkirin ku hefteyekê cenazeyê wê li kolanê mabû, hate nîşandan. Hemû berhemên Zehra Dogan a amadekirî wê di sala 2019’an de bi pêşangeheke mezin bê nîşandan û hemû dahata wê jî wê ji bo malbatên li Nisêbîna ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû hilweşandin û wêrankirin re bê şandin.