Berhema dawî ya Kiyarustemî

Ji derhênerên Hewldana Pêla Nû ya Îranê Abbas Kiyarustemî, di 76 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Fîlmê ku Kiyarustemî li pey xwe hişt '24 Frames' li Cannesê hate nîşandan.

Derhêner Abbas Kiyarustemî, ku ji wêne heta helbestê, ji fotoyan heta dîzayna grafîkê gelek hunerên xwe bi sînemayê re kir ye, mîna derhênerên din ên hosta, dema ji vê cîhanê koç kir gelek berhemên giranbuha li pey xwe hişt. Fîlmê wî yê dawî '24 Frames' jî li vê pênaseyê tê. Di fîlm de qala bêrehmiya mirovan a li zindiyên din ên li cîhanê dike. Mixabin ev fîlmê wî bêyî wî hate nîşandan.

Ji afirînerên hewldana pêla nû ya sînemaya Îranê ku weke helbesta Şarqê jî tê binavkirin Kiyarustemî, di sala 1940'î de li Tehranê ji dayik bû. Di emrê xwe yê ciwantiyê de dest bi sînemayê kir û di sala 1969'an de tevî komek ji hevalên xwe pêşengî ji hewldana pêleke nû kir. Helbest, felsefe û motîfên polîtîk, di nava fîlmên wî de her tim cih girtin.

Fîlmên ku bi hostatiyeke mezin kişand, di demeke kurt de di sînema cîhanê de cih girtin. 'Tehma Gilyaz', 'Mala hevalê min li ku ye', 'Ba me dide ber xwe' û 'Dara Zeytûnê'... Tenê çend ji fîlmên wî yên navdar in. Di serî de 'Palmiya Zêrîn' a Cannesê, di festîvalên cîhanê de bi qasî 70 xelat stand, ku kêm derhêneran ewqas xelat standine.

Di Tîrmeha par de ji ber kanserê di 76 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Lê belê fîlmên ku wî kişandine, parçeyek ji jiyanê ne. Îro li gelek deverên cîhanê tên nîşandan. Her wiha ji bo xwendekarên nû yên sînemayê jî weke amûreke perwerdeyê tên bikaranîn.

Fîlmê wî yê dawî '24 Frames' di 70. festîvala fîlman a Cannesê de bi taybetî hate nîşandan. Bi baldarî lê hate temaşekirin. Fîlmê ku her sehneya wê 4,5 deqe ye û ji 24 beşan pêk tê, bi giştî 2 saetan dewam dike. Fîlmê ku diyalog tê de nîne, bi peyamên hestewar tijî ye.

Bêguman nebûna Kiyarustemî windahiyeke mezin e. Lê belê xebat û berhemên wî yên di emrê xwe de ji bo sînemayê pêşkêş kir, wê her tim weke destketiyekê bimînin. Mîna duh, ku tevî ku ne amade bû, fîlmê wî yê dawî li Cannes a 70. hate nîşandan.