Belgesela “Gulîstan” a ku berxwedana Mexmûrê vedibêje xelata yekemîntiyê wergirt

Belgesela “Gulîstan” a ku derhênertiya wê Zeynî Akyol kir, mijara wê jî piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Wargeha Mexmûrê, berxwedana li wargehê ye, xelata yekemîntiyê wergirt.

Xelatên Çaremîn Mîhrîcana Navneteweyî ya Fîlm a Dihokê gihiştin xwediyê xwe. Belgeselçêker Zeynî Akyol ê bi belgesela bi navê ‘Gulistan’ tevlî Mîhrîcana Filman a Dihokê bû hêjayî xelata yekemîntiyê hate dîtin. Belgesela bi navê Gulistan di bin Derhêneriya Zeynî Akyol û Produktor  Mehmet Aktaş bi hevkariya Elmanya û Kanadayê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û Qendilê hatiye kişandin.

Belgesela Gulistan êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Wargeha Mexmûrê û rêwitiya komek gêrîla ya ber bi Mexmûrê ve dike mijara xwe. Di belgeselê de şerê gerîla yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û paqijkirina çeteyan a li herêma Mexmûrê tê ser perdeyê.

 Mehmet Aktaş, produktorê filmê “Reşeba” ye ku di festîvalê de hate pêşandan û li ser gelek nîqaş hatin meşandin.