BI DÎMEN

Babaoglû: Pêwîst e zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

Hevserokê Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê Îrfan Babaoglû diyar kir ku pergala heyî hewl dide zimanê Kurdî tine bihesibîne û got; “Gelê Kurd bi salan e ji bo ziman û çanda xwe têdikoşe û wê têbikoşe.”

 

Mafê perwerdehiya zimanê Zikmakî hewl tê dayîn ku bi polîtîkayên qirêj ên sîstema heyî re bê tinekirin. Ev zîhniyeta ku salên bihurî axaftina zimanê Tirkî dispart dê û bavên me, îro jî hewl dide heman daxwaza xwe li ser nifşên siberojê dewam bike. Têkîldarî mijarê em bi Hevserokê Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê Îrfan Babaoglû re axivîn û me xebatên wan pirsîn.

Îrfan Babaoglû bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî û bi taybet zimanê Kurdî, anî ziman ku dewletên dagirker hewl dane di domahiya dîrokê de zimanê Kurdî tune bikin û li Kurdistanê li dijî wan jî heman hewldan hene, lê di vê armanca xwe de bi ser neketîne. Babaoglû li ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên Komara Tirk rawestiya û wiha got; “Dewlet Ereb ji milekî, ya Tirk ji mile din ji bo Kurdan hem ji warê çandî hem  zimanî hem jî wekî mejî tine bike polîtîkayên pir giran şopandin. Lê berxwedêriya gelê Kurd li vir kifş bû. Ji bo radestî pergala serweran nebe, çawa xwe li çiyayan parastin, hem ziman hem çanda xwe jî heta roja me parastin.”

‘EGER ZIMANEK NEBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ NIKARE BÊ PARASTIN’

Babaoglû destnîşan kir ku ji bo sedsala 21’emîn de gelek karibe mafên xwe biparêze dive azad be, diyar kir ku gelê Krud bi salan e ji bo nasname û zimanê xwe têkoşiyan. Babaoglû der bir ku heta niha nikarîbûn zimanê gelê Kurd tine bikin, axaftina xwe wiha domand: “Tevahî dewletên navendî, ji bo jiyanek azad û wekhev, divê ziman û çanda gelê Kurd a wek mafê gelbûnê derketiye holê qebûl bikin. Ji bo karibin ziman û çanda xwe biparêzin divê ev ziman wek zimanê perwerdehiyê bixebite. Eger zimanek nebe zimanê perwerdehiyê wê nikaribe bê parastin. Dibe di nav malbatê de vê bi kar bîne, lê eger nebe zimanê perwerdehiyê wê nikaribe derbasî nifşên din bibe. Lewre jî xwedîderketina ziman, çand û cewherê ji milê gelê Kurd girîng e.”

‘EM Ê LI HER DERÊ KURDISTANÊ PERWERDEYÊ BIDIN’ 

Babaoglû di axaftina xwe de got, “Bi dehan saziyên me hene ku ev hewl didin bi gelê Kurd re zimanê Kurdî bikin zimanê perwerdehiyê” û destnîşan kir ku ne tenê zimanê Kurdî, hewl didin tevahî zimanên cîhanê bi awayekî wekhev bibin zimanê perwerdehiyê.

Babaoglû îfade kir ku di van 2-3 salên dawî de li dibistanan ku nave ‘Dibistanên azad’ lê dikin û bi temamî perwerdeya Kurdî didin, bi awayekî ne fermî perwerdeyê didin xwendevanan. Babaoglû ragihand ku nêzî 30 dibistanên bi awayekî çalak perwerdeyê didin heye, bal kişand ku beşek ji van dibistanan li cihên mina Sûr, Cizîr, Nisêbînê bûn ku dewletê şer lê meşandine, di vê pêvajoyê de perwerde nedane, got ji bo di demek herî kurt de ji nû ve perwerdeyê bidin wê bi israr bin.

‘SAZIYÊN ME BI DIL Û CAN DIXEBITIN’  

Babaoglû diyar kir ku gelê Kurd êdî bi têkoşîna xwe hin derfet bi dest xistiye, wiha dom kir: “Heta gelê Kurd malên xwe nekin dibistanek, li taxên xwe, gundên xwe menzelekî nekin polek, wê sîstemên serwer zimanê me wek zimanê perwerdehiyê qebûl nekin. 2 salan li Amedê 3 dibistanên me hebûn û xwendevan niha derbasî pola 3’yemîn bûne. Saziyên me jî mamosteyên me jî astek xwe hene û bi dil û can dixebitin.”

‘ENSTÎTU BI BEDELAN HATIN VEKIRIN’

Babaoglû bi bîr xist ku dewlet li dijî perwerdehiyên bi zimanê Kurdî ye û di her qadê de jî bi awayekî tund bersivê dide, wiha pê de çû: “Bi çendan caran mudaxeleyî dibistana me ya Ferzad Kemanger kirin, lê her care gelê me çû û ew mohra li derî dane vekir, hişt ku xwendevan perwerdeya xwe bidomînin. Dest werdan. Dema xwendevan li dibistanê bûn, bombeyên gazê avêtin. Tevî van jî zarokan dibistan neterikandin, malbatan neterikandin.”

Babaoglû diyar kir ku wê xebatên ziman û perwerdehiyê bidomînin, li ser armanca Enstîtuyên Zimanê Kurdî rawestiya, got, “Enstîtû bi berdêlên mezin ji sala 1992’yan heta niha vekirî mane.”

‘DIVÊ GELÊ KURD LI ZIMANÊ XWE XWEDÎ DERKEVE’

Babaoglû di dawiya axaftina xwe de di serî de malbat bang li tevahî welatparêz kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin. Babaoglû destnîşan kir ku dive malbat li malê bi zimanê Kurdî bi zarokên xwe re baxivin û ji bo zimanê Kurdî bikin zimanê perwerdehiyê jî heta dawiyê têbikoşin.”

 

...