Avahiya dîrokî ji tiryakkêşan re bûye wargeh

Li Îdirê avahiya dîrokî ya ku sed sal berê li gorî çanda avahîsaziya Rûsan ji keviran hatiye çêkirin, ji ber kesên ku madeyên hişbirê bikartînin û kesên ku li gencîneyan digerin bûye xirbe.

Li Îdirê avahiya dîrokî ya bi salan wek xanî hatiye bikaranîn niha hindik maye hilweşe. Hemû deriyên darîn ên avahiya ku li Taxa Sogutluyê ye xirab bûne. Avahî bi taybetî di salên dawîn de bûye wargeha kesên ku hişbirê bikartînin û kesên ku li gencîneyan digerin.

Li avahiyê kesên  ku li gencîneyan digerin di menzelan de kozik vedane, hin menzel heta bi 3 metreyan hatine kolandin û avahî bûye wekî xirbekê. Her wiha di avahiyê de ji ber ku agir hatiye pêxistin, banê avahiyê ji gelek cihan ve şewitiye û hilweşiyaye. Avahiya xwedî dîrokî kevnar e ji ber sarsariya rayedaran ber bi hilweşînê ve diçe. Avahiya dîrokî di sala 1908’an de hatiye avakirin. Li ser dîwarên avahiyê fîgurên ku bi destan hatine xêzkirin ên dîrokî hene. Lê belê di salên dawîn de avahî bûye wargeha kesên ku madeyên hişberiyê bikartînin.

Hêjayî gotinê ye ku heger ev avahiya dîrokî ne li Kurdistanê ba li bajarekî Tirkiyeyê yan jî welatekî biyanî ba, wê ev avahiya dîrokî biba mûze. Her wiha ji ber polîtîkayên AKP’ê yên wêrankirina xweza û dîroka Kurdistanê qadên jiyanê yên Kurdan tên tinekirin.