Artêşa Tirk li Botanê têk çû

Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê û Fermandarê Herêma Botanê Hakî Mardîn got, artêşa Tirk li Botanê, di hemû operasyonên xwe de ku ji biharê û vir ve dike, têk çûye.

Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê û Fermandarê Herêma Botanê Hakî Mardîn diyar kir, li herêma Botanê ji 19'ê Nîsanê û vir ve gelek operasyon hatin kirin û di van hemû operasyonan de artêşa Tirk têk çûye. Mardîn detayên operasyonan ji ANF'ê re nirxand û got, "Li Botanê di hemû operaysonan de artêşa Tirk gelek kuştî da û bi têkçûneke mezin xwe vekişand."

Mardîn qala operasyonên li Botanê kir:

OPERASYONAN 19'Ê NÎSANÊ DEST PÊ KIRIN

"Di werza zivistanê de, hêzên me ji her demê bêhtir bi bernameyeke xurt tevlî perwerdeyê bûn. Dijmin ne tenê li herêma Botanê, li hemû herêmên Bakur amadekarî ji darbeyê re dikir. Dixwest pêşî li destpêkirina pêngava biharê ya gerîla bigire. Ji Dersimê heta Şengalê hewl da pêşî li gerîla bigire. Ji ber vê yekê dest bi operasyonên berfireh kir û l her cihî bi teknîkeke giran êrîş kir. Li herêma me ya Botanê, bêyî ku li pirsgirêkeke cuda bialiqe me dest bi biharê kir. Dijmin di destpêkê de got, ku wê me di meha Adarê de biqedîne û em ê nikaribin meha Nîsanê bibînin. Dijmin bi van gotinan şerê taybet dikir. Çalakiyên destpêkê yên gerîla yên biharê, beriya her tiştî ev propaganda dijmin pûç kir. Mirov dikarin vê bêjin; gerîla ji her demê xurttir li ser Rêbertî û rastiya şehîdan kûr bû.

Bi biharê re operasyon hatin kirin. Di van operasyonan de hin şehîdên me çêbûn. Gerîla li hemberî vê yekê dest bi pêngavan kir. Hemû operasyonên bejahî, têk çûn. Operasyona herî berfireh a li Botanê, roja 19'ê Nîsanê li Besta û Katoyê dest pê kir. Di heman demê de li Herekolê jî dest pê kir. Bêguman dijmin ev operasyon mîna ku serketineke gelekî mezin bi dest xistiye, nîşanî raya giştî dida. Hemû wezîrên li Tirkiyeyê digotin, ku wê di meha Adarê de me biqedînin. Lê belê piştî ku dîtin bi ser neketin, rabûn gotinên xwe guherandin. Operasyonên li Botanê hatin weşandin, ji aliyê hevalên me ve yekser û ji nêz ve hatin şopandin. Li gorî agahiyên berfireh ên me ji hevalên xwe wergirtî, li Botanê di operasyonên bejahî artêşa Tirk têk çû.

OPERASYONA BESTAYÊ

19'ê Nîsanê operasyonên Besta û Herekolê dest pê kirin. Operasyonan bi êrîşên bi balafir û helîkopterên şer dest pê kir. Di êrîşa destpêkê ya hewayî de hevalên me şehîd bûn. Di serî de fermandar Salar, hin hevalên me şehîd bûn. Şehadetên me tenê ji ber êrîşa hewayî bûn. Ji bilî vê ti şehadeta me çênebû. Lê belê ji bilî vê yekê dijmin li Bestayê di çiravê de çikiya. Tevî vê yekê jî rastî berevajî kir û bi rengekî nepixandî pêşkêşî medyayê kir. Mîna ku di operasyonan de gelek serketin bi dest xistine, nîşan dida. Şehadetên me berevajî îdîayên wan bû. Hevalên me bi rojan li ber xwe dan, şer kirin û bi ser ketin.

Dijmin ji bo derkeve van operasyonan di psîkolojiya mirine de bû. Li cihê ku hevalan lê didan, dijmin bi saetan nikarîbû xwe bilivanda. Heval bi giştî bi deh çalakiyan bi ser dijminê li operasyonê ve çû. Di nava şert û mercên giran de hevalan li dijmin dan û dijmin li Bestayê bêyî li paş xwe binere reviya. Daristanên Bestayê jî tirs û xof xistibû dilê dijmin. Welê li leşkeran hatibû ku nikarîbûn gavekê jî bi pêş ve biavêjin. Heta Besta Meryemê, hevalan li dijmin dan û heta dawiyê operasyon şikandin.

OPERASYONA KATOYÊ

Dema ku operasyonê dest pê kir, zivistan bû. Li gorî wan, Kato ne cihekî ku mirov xwe bigihînê bû. Lê belê werza zivistanê ji xwe re weke firsend dîtin. Û xwestin di vê demê de derbê li gerîla bixin. Ji aliyê dijmin ve ne operasyoneke bi temamî têkçûyî bû. Hinek cebilxaneya me bi dest xistin, lê belê ne mîna ku wan ewqasî nepixandin bû. Operasyona Katoyê jî mîna operasyonên li herêmên din, bi rêya medyayê bi rengekî cuda hate nîşandan. Medya Tirk îdîa dikir ku artêşa Tirk bi ser ketiye û bi vî rengî şerê taybet dimeşand.

Hin kamp hatin tespîtkirin û dijmin avêt ser kampên hevalan. Weke mînak; li kampa şehîd Kahraman pênc hevalên me hebûn. Dijmin çend caran avêtin ser kampê, lê belê nikarîbû xwe bigihîne cihên hevalên me lê bûn. Ji ber ku newêrî bûn. Bi taybetî dijmin qet nikarîbû bikeve hin tunelên hevalên me lê bûn. Û wê wextê derbeke mezin li dijmin hate xistin. Hingî du çek ji ser dijmin hatin rakirin. Çend caran dijmin çeka kîmyewî li ser kampê bi kar anîn û her pênc hevalên me 53 rojan bi lehengî şer kirin. Li tuneke ku her du deriyên wê girtî bû, hevalên me şer dikirin. Lê belê dijmin bi teknîkeke zêde û bi kepçeyan deriyên tunelan vekirin û kîmyasal avêtin navê. Ji ber bikaranîna çeka kîmyewî hevalê Çekdar û hevalekî pê re şehîd bûn. Hevalên din bi saxî xwe gihandin cihê xwe. Ji bilî vê di operasyona Katoyê de şehadet ji me çênebû.

OPERASYONA HEREKOLÊ

Dijmin du caran operasyon li Herekolê kir, lê tevî vê jî nekarî xwe bigihîne Herekolê. Her ku hevalan lê didan xwe vedişand. Di operasyona duyemîn de jî ji ber bersiva hevalan, dijmin nekarî tiştekî bike. Ji aliyê derûnî ve artêşa Tirk têk çû. Ji ber ku leşkerên wan gelekî tirsiya bûn ku newêrî bûn fîşekekê biteqînin. Leşker bi zorê li wir dihiştin. Tevî hemû êrîşên dijmin jî, gerîlayên azadiyê bi ruhekî mezin ê serketinê û fedayî şer kirin.

Erdogan û wezîrên wî her roj bîlançoyên cuda eşkere kirin û hewl dan raya giştî bixapînin. Ya rast li Bakur di gelek operasyonan de artêşa Tirk bi ser neket, berevajî; têk çû. Bîlançoya ku wan eşkere kirin, hemû nepixandî ne. Ji ber ku ti ji şehadetên me yên heta roja îro, bi fîşeka wan nebû. Tenê ji ber kêmasiyên ji aliyê ewlekariyê ve hatin kirin, şehadet çêbûn.

Dîmenê çalakiya dawî a li Botanê ji aliyê her kesî ve hate dîtin. Heval bi tîmeke biçûk êrîşî kalekolên ku digotin 'kes nikare bikeve hundir' kirin û çûn ser cenazeyên leşkeran. Yanî derdê me nîne ku em her tiştî îspat bikin. Her kesî dît bê gerîla xwedî ruhekî çawa yê fedayî ye.

GELÊ ME YÊ BOTANÊ MALOVANÎ JI BERXWEDANÊ RE KIR

Liv û tevgera gerîla bi vî rengî ye. Keda gelê me, ji bo me gelekî watedar e. Ya rast, vê dawiyê jî gelê me yê Botanê bi rista pêşengiyê rabû. Gelê me yê Botanê malovanî ji gerîla re kir û ji destpêkê ve rewş wiha bû. Berxwedan gelekî mezin bû û gelê me yê Botanê di nava vê berxwedanê de berdêlên giran da.

Ji bo herêma Botanê amadekariyên me wê befireh bin. Bi bîrdoziya Rêbertî em ê xwe perwerde bikin, xurt bikin û bi bîr û baweriya xwedîderketina li nirxên xwe em ê gavê biavêjin."