Artêşa Tirk bi taktîkên DAÎŞ'ê êrîşî Efrînê dike

Artêşa Tirk, li herêma Efrîn û Şehbayê bi drone yên bombebarkirî ku weke taktîka DAÎŞ'ê tê naskirin, êrîşî şervanên YPG/YPJ'ê dike. Şervanan dronek artêşa Tirk xistin.

Balafirên bê mirov ên biçûk (Drone) yên bombebarkirî, weke yek ji taktîkên êrîşê yên DAÎŞ'ê di şerê dijî YPG/YPJ'ê de hate dîtin.

DAÎŞ a ku bi berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê niha li ber tinebûnê ye, bi rêbazên xwe bû îlham ji artêşa Tirk re.

Leşkerên dewleta Tirk ên hin herêmên Îdlibê dagir kirine, her ku firsendê dibînin êrîşî çeperên şervanên YPG/YPJ'ê û Hêzên Şoreşger dikin.

Yek ji taktîka êrîşê ya artêşa Tirk jî êrîşa bi drone bombebarkirî ye.

Duh li navçeya Bilbilê droneke artêşa Tirk ji aliyê şervanan ve hate xistin.

Herwiha bi armanca bersivdana êrîşan, şervanên YPG û YPJê bi moşekan li kombûneke çeteyên artêşa Tirk ya li gundê Belûniyê ya girêdayî navçeya Şera dan.

Di dîmenê Navenda Ragihandinê ya YPG'ê de şervanek wiha qala êrîşkariya dewleta Tirk dike: "Balafirên keşfê yên artêşa Tirk rojane radibe û li ser nuqteyên şervanên YPG'ê digerin. Danê nîvro saet di 12'an de radibe û heta saet 4'ê êvarê digere. Roket pê re heye. Dema digihêje ser nuqteyên hevalan, roketan diavêje hevalan. Li ku derê kombûnekê dibîne, roketê diavêje wê derê."