Artêş û çeteyên dagirker ên Tirk li Efrînê bi dehan kes revandin

Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe li Efrînê bi zorê dikevin nava malan, mirovan direvînin û êşkenceyê li wan dikin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî yên li Efrînê hatine girtin, dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê dikevin malan, mirovan direvînin û êşkenceyê li wan dikin. Her wiha ji bo hin kesên revandine jî fîdye girtine.

Li gundê Çeqmaqa yê Efrînê, welatiyên bi nave Mihemed Şêxo, Eshed Hukkaş û Henan Hukkaş ji aliyê dewlet û çeteyên Tirk ve hatin revandin. Îsmaîl Bîlal jî piştî ku hate revandin di berdêla 500 hezar lîreyê Sûriyeyê de hate berdan. Hekîm Mihemmed jî piştî ku êşkence lê hate kirin, bi birîneke giran li nava gund hate hiştin.

Li gundê Xirabê Sulukê jî Efrîniyên bi navê Ehmed Casim, Egîd Omer Bilar û Hisên Şêxo ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hatin revandin.

Çend ji Efrîniyên ji aliyê artêş Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine revandin: Ji gundê Xirabê Sulukê Îbrahîm Evdo, Rêzan Evdo, Suphî Settaf, Zekî Mehmûd Memo û ji gundên din Hîkmet Bok yê 50 salî, Rûken Hebeş a 20 salî û Line Hebeş a 23 salî.