Ararat: Ti Kurdekî birûmet dengê xwe nade AKP’ê

Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîn Ararat got ti Kurdekî birûmet wê dengê xwe nede AKP’ê û diyar kir AKP li Kurdistanê wê bibe partiya tabelayan.

Endama Koordînasyonê ya PAJK’ê Evîndar Ararat got ti problema HDP’ê ya bendê tine lê divê dengên HDP’ê bi rengekî ku lîstik û dek û dolabên desthilata faşîst pûç bikin divê zêde bibin. Ararat bang li hilbijêrê derveyî welat kir û got, ’’Bi taybetî dengên li derveyî welat, metropolên Tirkiyê pir krîtîk in. Pêvajoya dengdana li derveyî welat temam dibe. Gelê me yê li derveyî welat, bi taybetî jin û ciwan heta kêlîka dawî dive biçin ser sendoqan û kesên ku dengê xwe nedan, divê bikin ku dengê xwe bidin.’’

Endama Koordînasyona PAJK’ê  Evîndar Ararat ji ANF’ê re axivî.

24’Ê HEZÎRANÊ TIFAQA FAŞÎST WÊ HILWEŞE

Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat  bi bîr xist ku di rewşa Awarte, dij demokratîk û kirinên faşîst de ber bi hilbijartinên 24’ê Hezîranê ve diçin, zextên li ser HDP’ê destnîşan kir û got, ‘’Li gel  ku tifaqa faşîst a Erdogan-Bahçelî hemû derfetan bi kar tînin jî encama ku dixwazin bi dest nexistine, desteka gel nedane pişt xwe.

Bi taybetî jî HDP û partiyên dî yên muxalîf di nav civakê de sînerjiyeke çêkirine. Ev jî nişana wê ye ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de tifaqa faşîst, rejîma dikta wê hilweşe û eniya demokrasiyê wê bi ser bikeve.’’

REWŞA HDP’Ê TEVAHIYA SIBEROJA TIRKIYÊ DIYAR DIKE

Ararat got AKP siyaseta zextê dimeşîne, bi zextê û terorîzekirina her kesî dixwaze serî li her kesî bitewîne û diyar kir, li dijî vê siyaseta AKP ên ku herî radîkal radiwestin û têkoşîneke rêxistinî didin Kurd in, HDP ye.

Ararat diyar kir li pêş rejîma yek zilamî ya Erdogan astengiya herî mezin HDP ye û ji bo vê jî tifaqa faşîst a Erdogan-Bahçelî herî pir êrîşê bi ser HDP’ê de dibe û got, heke nehêlin ku HDP bendê derbas bike deng û wekîlên HDP’ê wê ji tifaqa faşîst re biçe, li parlamantoyê wê bibin xwedî kursiyê herî zêde û bi vê jî bikaribin pergala rejîmê ya faşîst fermî bikin.

Ararat bi vê rewşê re têkildar got dengên HDP’ê, Demîrtaş wê tenê siberoja Kurdan û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê diyar neke û bandora wê li ser siberoja hemû kesên Tirkiyê bike.

BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN PIRSÛSÊ WÊ BI TÊKBIRINA REJÎMA FAŞÎST WERE JIYÎN

Ararat li ser êrîşa çekdarên AKP’ê ya li HDP’yiyên li Pirsûsê got dema ku dîtin ji Kurdan nikarin deng bistînin bi provakasyonên wiha dixwazin xwe xilas bikin, diyar kir malbata Şenyaşar bi zanebûna hatiye hilbijartin. Ararat got ‘ev komkujiyeke bi plan e’ û diyar kir heta hilbijartinê dibe ku bûyerên wiha provakatîf bikin.

Ararat her wiha sersaxî da malbata Şenyaşar û gelê Pirsûsê û got, ‘’Sê welatparêzên me yên hêja yên ku me ji dest dane, şehîdên têkoşîna azadiyê û demokrasiyê ya gelê Kurd in, desthilatdariya faşîst wê were tekbirin û bîranîna wan wiha were jiyîn.’’

JI QENDÎLÊ MEBEST DAGIRKIRNA BAŞÛR E

Ararat derbarên gefên rayedarên Tirk ên li ser Qendîlê jî got, ‘‘Operasyona ser Qendîlê AKP-MHP ji bo ku desthilatdariya xwe bidomînin yek hewldana êrîşê ye’’ û diyar kir armanca demkurt a vê plana dagirkirinê ew e ku ‘’şowenîzmê gur bike û dengên nîjatperestan bistîne. Hedefa wê ya domdirêj jî, mîna êrîşa dagirker a li ser Efrînê, li ser zemîna Osmanitiya nû pêkanîna xeyala Mîsak-i Millî ye.’’

Ararat bi domdarî got di gotinê de her çendî behsa Qendîlê ibkin jî aramanc ew e ku dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê berfireh bikin, zemîna dagirkirina Mûsil û Kerkûkê çêbikin.

HELWESTA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DIVE RADÎKAL BE

Ararat bal kişande ser baregehên leşkerî yên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û got, ‘’Niha dixwazin bi Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, bi taybet jî bi desteka PKD’ê Erdogan dixwaze vê berfieh bike.’’

Ararat bi bîr xist, gelê Başûr bi pêşengiya ciwan û jinan çalakiyên dijî dagirkeriyê dikin, çalakiya mertala zindî destnîşan kir û bi domdarî bal kişande ser rewşa bêhelwestbûnê ya Hikûmeta Başûr û got, ‘’Helwesteke zelal diyar nakin, hin agahî tên ku ji bin ve destekê didine vê. Her çendî hin partiyên siyasî dibêjin ew ê dagirkeriyê qebûl nekin jî ev têrê nake’’ û xwest ku partî, rêxistin û saziyên Kurdistanê bibin xwedî helwesteke zelal û radîkal û destûrê nedin dagirkeriyê.

ÊRÎŞA SER QENDÎLÊ WÊ JI BO WAN BIBE TÊKÇÛNA DÎROKÎ

Endama Koordînasyona PAJK’ê  Evîn Ararat her wiha got bi berxwedana gerîla û gel wê artêşa Tirk a faşîst û çeteyên kirêkirî yên Erdogan li Qendîlê wê şikestineke mezin bixwin û got, ‘’Êrîşeke pêkan a dagirker a li ser Qendîlê wê ji bo wan bibe çirav û têkçûneke dîrokî.’’

‘ROLA JIN Û CIWANAN DI HILBIJARTINÊ DE PIR GIRÎNG E’

Li ser hilbijartina 24’ê Hezîranê Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîn Ararat got HDP wê ji 7’ê Hezîranê zêdetir dengan bistîne. Ararat bal kişande ser rola pêşeng a jin û ciwanan û got, ‘’Jin û ciwan di wê mijarê de bê ka faşîzm an demokrasi an azadî wê bi ser bikeve, bi rol û mîsyoneke jiyanî rabûne. Jin û ciwan pir bîrewer in û wê tercîha xwe li ser demokrasiyê û azadiyê bikin. Biya min di zêdebûna dengên HDP’ê de dengên jin û ciwanan wê pir girîng bin.’’ Ararat her wiha bang li jin û ciwanan kir ji bo ku dengên HDP’ê zêdetir bibin û dengan ewle bikin divê bi şev û roj bixebitin.

DIVE HER KES BIÇE SER SENDOQÊ

Ararat bal kişande ser dek û dolabên deshthiata faşîst a AKP-MHP’ê ya bi wê mebestê ku HDP’ê di bin bendê de bihêle û got, ‘’Roja hilbijartinê jî bi zext û dek û dolaban wê hewl bidin ku hilbijartinê bi ser bixin. Ji bo vê jî divê her kes bihîstyar be, rêxistinî ve û xwedî  helwesteke bi vîn be. AKP-MHP û Erdogan ê faşîst dizanin ji ji bo ku di hilbijartinê de bi ser bikevin divê HDP’ê di bin bendê de bihêlin û ji bo vê wê her rêyê biceribînin. Ji bo vê divê her kes biçe ser sendoqê û heta seaa dawî jî divê xebatê bike.

BANG LI HILHIJÊRÊN DERVEYÎ WELAT

Problema bendê ya HDP’ê tine. Lê dive were lîstik dek û dolabên desthilata faşîst were dîtin, ji bo ku ev were pûçkirin, bi rengekî ku bi dek û dolaban nikaribin bi ser bikevin divê dengê HDP’ê werin zêdekirin. Heke deng zêde bin wê nikaribin bi ser bikevin. Ji bo vê divê her kes biçe ser sendoqê. Bi taybetî jî dengên derveyî welat pir krîtîk in. Pêvajoya dengdanê ya li derveyî welat temam dibe.  Gelê me yê li derveyî welat, li metropolên Tirkiyê bi taybetî jin û ciwan divê heta saeta dawî jî biçin ser sendoqê û yên ku neçûn ser sendoqê divê wan qanih bikin.’’

Ararat herî dawî bal kişande ser ewlehiya sendoqan û got, ‘’Tenê dengdan ne bes e, ji bo deng werin ewlekirin divê kesek ji ser sendoqan dûr nekeve.’’