Antolojiya helbestvanên jin ên kurd derket

Antolojiya helbestvanên jin ên kurd derket

Antolojiya Helbestvanên Jin ên Kurd ya nivîskar Evîn Şîkakî ji Weşanxaneya Ronahiyê derket. Di antolojiyê de helbestvanên jin ên ji çar perçeyên Kurdistanê cih digirin.

Antolojiya Helbestvanên Jin ên Kurd ya ji aliyê helbestvana kurd Evîn Şikakî ve piştî gelek lêkolînên kûr û hûr amade kiriye ji Weşanxaneya Ronahî derket.

Di xebata wêjeyî ya hêja û pir bi wate de helbestvanên jin ên ji çar perçeyê Kurdistanê cih digire. Di antolojiyê de ji helbestvanên soran bigirin heya yên kurmanc gelek jinên helbestvanan cihê xwe girtiye.

Ji rojhilat bigirin heya rojava û bakûr û başûr di nav de ye. Bi kurtasî ev berhem hemû helbestvanên jin yên kurd bi me dide nasîn û ji helbestên wan jî sê çar heban wek mînak dide xwendin.