Antîgone li çiyayên Kurdistanê ye

Lîstika Antîgone ya li ser têkiliya navbera desthilatdarî, mirin, şîn û wijdanê cemaweriyê, ku nivîskarê tragedya Yewnan a Antîk Sophokles beriya 2.500 salî nivîsandî, ji aliyê gerîla ve di bin êrîşa balafirên şer de li çiyayên Kurdistanê hate lîstin.

Şanoya Çiya, ku li çiyayên Kurdistanê dixebite, lîstika Antîgone ya Sophokles, bi navê 'Kurdistan' li çiyê pêşkêşî gerîla kir.

Lîstik bi derhêneriya endama Şanoya Çiya Ekîn Ronî, li gorî Kurdistana salên 1900'î hate amadekirin. Wergera wê ji aliyê Kurdê Tavya ve hate kirin.

LÎSTIKA DI BIN ÊRÎŞA BALAFIRÊN ŞER DE HATE LÎSTIN

Lîstika Antîgone, di bin êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk de, li Herêmên Parastinê yên Medyayê meha Îlonê 2 caran hate lîstin. Gerîlayan bi baldarî li lîstika ku bi qasî saetekê dewam kir, temaşe kirin.

Endamên Koma Şano, kêfxweşiya xwe anîn ziman ku di nava şert û mercên şer ên çiyê de şanoyê dikin û lîstikên xwe pêşkêşî gerîla dikin.

TRAJEDIYA KURDISTANÊ

Sophokles, bi Antîgoneyê re yekem lîstika berxwedanê li wêjeya cîhanê nivîsand. Ev tragedya wî ya mezin, bi navê 'Kurdistanê' li gorî şanoya Kurd hate amadekirin. Di lîstikê de pêşengiya têkoşîna azadiya jinê, teşhîrkirina sîstema bi serdestiya mêr, welatparêzî û civakîbûn hatiye destnîşankirin.

Antîgone wê di dema pêş de li herêmên şer derkeve pêşberî gerîla.

Antîgone, ji aliyê yekemîn nivîskarê lîstikê yê serdema antîk Sophokles ve di salên 440. Beriya Zayindê de hatiye nivîsand.