Albuma Ferîforya ya ji bo bîranîna Sakîne, Leyla û Fîdan

Albuma Ferîforya ya hunermend Şêrzat ji Kom Yapim û Mîr Muzîkê derket.

Albuma Ferîforya ya hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Şêrzat ji Kom Yapim û Mîr Muzîkê derket.

Hunermend Şêrzat albuma xwe diyarî şoreşgerên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan kir ku 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin kuştin. Hunermendê ciwan Şêrzat li ser albuma xwe ya bi navê Ferîforya ji ANF'ê re axivî.

Hunermend Şêrzat diyar kir ku şehadeta Sakîne, Leyla û Fîdan gelekî bandor li wî kir û got, "Dema ku li girtîgehê ez bi şehadeta wan hesiyam, min rahişt tembûra xwe û êş û kedera xwe anî ziman. Berhema Ferîforya bi vî rengî derkete holê. Ferîforya li navçeya Sasonê ya Êlihê naveke ku li pinpinîkan tê kirin. Vî navê bedew û estetîk xweş li têkoşîna pîroz a şoreşgerên Kurd Sakîne, Leyla û Fîdan dihat. Lewma min navê Ferîforya li albumê kir. Bi pêşniyara dostên hêja yên li zindanê me biryar da ku vî navî li albumê bikin."

Hunermend Şêrzat anî ziman ku album ji 12 stranan pêk tê û keda bi dehan hevrêyên wî yên li zindanê di nav albumê de heye.

Hunermendê NÇM'ê Şêrzat got, bi vê berhemê re kêm jî be wî xwestiye tevkariyê li têkoşîna wan a şoreşgerî bike.

Hunermendê ciwan destnîşa kir ku ev berhema kolektîf ji bo wî cihê rûmet û serbilindiyê ye.